KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Enes ê PKK'yî bi merasîmekê spartên axê
Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Mehmet Alî Enes (Rênas) ê sala 1992’yan li bejahiya Şemrexê jiyana xwe ji dest da û li wir spartibûn axê, li “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Licê spartin axê. -
Lêgerîna dadê ya gelê Roboskî didome
Lêgerîna ji bo dadê ya malbatên Roboskî berdewam dike. Malbat çûn ser gora kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û daxwaza dadê kirin. -
Dêrsimiyan komkujiyên li dijî Elewiyan protesto kir
Dêrsimiyan komkujiya çeteyên El Nursa li Sûriyeyê li dijî gundên Elewiyan pêk anî protesto kir. Di çalakiyê de bal kişandin ku yek ji berpirsên komkujiyê hukûmeta AKPê ye. -
Nivîskarê pirtûka ‘Fermandar Egîd' hat binçavkirin
Nivîskarê pirtûka "Fermandar Egîd", rojnamevan-nivîskar Ferhat Parlak li Êlihê hat binçavkirin. -
Girtina Ergîn Dogru hat şermezarkirin
Hevserokatiya Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê, bi armanca şermezarkirina girtina Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Dêrsimê Ergîn Dogru li Qada Azadiyê daxuyaniyeke çapemeniyê da. -
Gerîlayê HPG’ê Bat bi girseyî hat defnkirin
Cenazeyê Yildirim Bat (Delîl Dozvan) ê gerîlayê HPG’ê yê di provokasyona çiyayê Tendurekê de birîndar bibû, rojên buhrî jiyana xwe ji dest da li mezraya Kulê ya Bazîdê bi girseyê hate definkirin -
Şervanê YPG'ê Çîçek ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Serdar Çîçek (Adîl Gever) ê ku li Hesekê jiyana xwe ji dest da bi tevlîbûna hezaran kesan li bajaroka Xirvate ya Geverê hate definkirin. Piştî karên definkirinê li navenda navçeyê di navbera polîs û ciwanan de pevçûn derket. -
CÎK'ê komkujiya Îştebrakê şermezar kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li gundê Îştebrak ê bajarê Îdlîbê li dijî Elewiyan hat kirin, şermezar kir. -
Li Wanê 13 AKP’yî derbasî HDP û DBP’ê bûn
Li navçeyên Wanê Artemêtan, Payîzava û Bêgir 13 AKP’yiyên endamên şaredariyê, rêveberên navçeyan û baskên ciwanan bi merasîman tevlî DBP û HDP’ê bûn. -
Li Êlihê deriyê buroya hilbijartinê ya AKP'ê hat girtin
Li Êlihê, di pevçûna ji ber krîza rêza namzetiyê ya namzetên AKP'ê de kesek miribû. Li pêşiya buroya hilbijartinê ya AKP'ê ku ji 23'ê Nîsanê û vir ve girtî ye, polîsên fermî disekinin. -
Li Şengalê jin xwe û welatê xwe diparêze
Dîroka mêtingerkirina jinê bi qasî dîroka mirovatiyê kevn e. Em dibêjin jin ji dîrokê ve hatiye mêtin. Lê belê bi şoreşa Rojava re ev dîrok serobino bûye. Çima ji ber êdî jin dizanin xwe biparêzin. -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk dewam dike
Tevgera balafirên şer, keşif, operasyon û kemînên artêşa Tirk ên li hemberî gerîla, dewam dikin. -
Nasnameya 4 cangoriyan hat aşkerakirin
Nasnameya 4 şervanên YPG’ê ku di 20, 25 û 26’ê Nîsanê de li herêmên Kobanê û Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, hat aşkerakirin. -
Serokan 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kirin
Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, Hevşaredarê Sûrê cejn li xebatkarên şaredariyê pîroz kir. -
Leşkeran 8 hêstirên din qetil kirin
Li Zozanên Şîrît ên li nêzî gundê Roboskê yê Qilabanê ye, leşkeran 8 hêstirên din qetil kirin. -
Ji gerîlayên li Kerkûkê banga 1’ê Gulanê -BI DÎMEN E-
Gerîlayên HPG û YJA-STAR’ê yên li Kerkûkê, 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê pîroz kirin û bang li kedkarên Kurdistan û cîhanê kirin ku xwedî li keda xwe derkevin. -
MLKP Rojava: Karker û bindest hemû sînoran hilweşînin!
MLKP Rojava bi daxuyaniyê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û diyar kir ku şoreşa Rojava careke din îspat kiriye ku vîna bindestan û gelên kedkaran jî hene û dema ku bixwazin û têbikoşin, dikarin jiyaneke nû biafirînin." -
Baydemîr: Xwedî li sindoqan derkevin
Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Osman Baydemîr û Rasîm Çakmak li navçeya Xelîliye ya navendê, tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn. -
Heyeta Êzidî bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a PE re hevdîtin kir
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya Ewropayê, bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) re hevdîtin kir. -
Silêmaniyeyî: Divê Destûra Bingehîn bersivê bide pêwîstiyên civakê
Şêniyên Silêmaniyeyê diyar kirin ku divê destûra bingehîn a nû ya li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser tên kirin demokratîk be, mafê her kesî bi wekhevî biparêze û ji bo destûra bingehîn a demokratîk bang li hemû partiyan kirin ku bi berpirsyarî rabin. -
Bernameya Konferansa Avakirina Kobanê hat aşkerakirin
Bernameya konferansa bi şîara ‘Jinûve Avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye’ ya li Amedê pêk tê, aşkera bû. -
‘Min 1’ê Gulanê bi şoreşa Rojava re nas kir’
Hevseroka Saziya Kedkarên Hesekê Heyfa El Elî got bi Şoreşa Rojava re 1’ê Gulanê nas kiriye û got: “Bila ev roj li hemû kedkarên cîhanê pîroz be.” -
Ji Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê daxuyaniya Îştebrak
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê, komkujiya ku çeteyan li gundê Îştebrak ê li ser sînorê Hatay-Sûriyeyê pêk anî şermezar kir û bang li her kesî kir ku helwestê nîşan bidin û çalakiyan lidar bixin. -
'Bi eşqa çiyê em 1'ê Gulanê roja berxwedanê li gelan pîroz dikin'
Gerîlayên PKK'ê destnîşan kirin ku 1'ê Gulanê ji bo wan rojeke berxwedanê ye û heta bidestxistina hemû mafên gelên bindest, karker û kedkaran ew ê xwedî li vê rojê derkevin. -
Ol ne yên dewletê, yên civakê ne - Cemîl Bayik
Bi aşkerebûna danezana hilbijartinê ya HDP’ê re ku tê de dihate gotin wê Serokatiya Karê Diyanetê were rakirin re zelal bû ku hikûmeta AKP’ê çawa ol xistiye bin xizmeta dewletê.