Baydemîr: Xwedî li sindoqan derkevin

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Osman Baydemîr û Rasîm Çakmak li navçeya Xelîliye ya navendê, tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Osman Baydemîr û Rasîm Çakmak li navçeya Xelîliye ya navendê, tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bûn. Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser girîngiya xwedîderketina li sindoqên hilbijartinê.

Xebatên namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê yên Rihayê bê navber dewam dikin. Namzetê rêza yekemîn ê bajêr Osman Baydemîr di measîma vekirina buroya hilbijartinê ya li navçeya Xelîliye de peyivî û got, "Ev deriyê ku em vedikin, înşaleh wê bibe deriyê li aştî û azadiyê vedibe."

'EM Ê BIBIN PARÊZERÊN RIHAYÊ'

Baydemîr diyar kir ku girîngtirîn pêvajoya hilbijartinê ya dîroka Komarê tê jiyîn û destnîşan kir ku parlamenteyek ji HDP'ê, wê çareseriya aştiyan ji pirsgirêka Kurd re bîne. Baydemîr got, "Wê pevçûna birayan bi dawî bike. Parlamentek HDP di nav de hebe, mîna li Rihayê wê li tevahiya Tirkiyeyê biratiya gelan ava bike. Li parlamenteke ji HDP'ê wê destûreke bingehîn a nû were çêkirin. Em ê bibin parêzerên Rihayê."

'XWEDÎ LI SINDOQÊ DERKEVIN'

Baydemîr axaftina xwe wiha dewam kir: "Her dengê bi vîna azad a gel dikeve sindoqê bila bi heman rengî jê derkeve, her dengê ji sindoqê derket jî bila bê qeydkirin. Her dengê rast ê hatiye qeydkirin jî li ser ser û çavên me ye. Eger yek rabe dengekî me bidize, hem li vê cîhanê hem jî li cîhana din, her du destên me wê li sînga wî be. Em ê ti carî nehêlin dengê me were dizîn. Bang li we dikim ku xwedî li sindoqê derkevin."

...