Silêmaniyeyî: Divê Destûra Bingehîn bersivê bide pêwîstiyên civakê
Şêniyên Silêmaniyeyê diyar kirin ku divê destûra bingehîn a nû ya li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser tên kirin demokratîk be, mafê her kesî bi wekhevî biparêze û ji bo destûra bingehîn a demokratîk bang li hemû partiyan kirin ku bi berpirsyarî rabin.
HALÎT ERMÎŞ / ANF
SILÊMANIYE
pêncşem, 30 avrêlê 2015, 12:10
Silêmaniyeyiyan dan xuyakirin ku divê destûra bingehîn a nû ya li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser tên kirin demokratîk be û mafê her kesî di asta wekhev de biparêze û ji bo destûra bingehîn a demokratîk bang li hemû partiyan kirin ku bi berpirsyarî rabin.
Der heqê bendewariyên ji destûra bingehîn a ev demeke li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser dimeşin de şêniyên Silêmaniyeyê ji ANF'ê re axivîn, bang li parlamentê kirin û destnîşan kirin ku yên bi dengê gel hatine hilbijartin divê wezîfeyên xwe yên ji bo gel bicih bînin.
DIVÊ DESTÛRA BINGEHÎN DEMOKRATÎK BE
Ji şêniyên Silêmaniyeyê Ehmed Ferec daxwazên xwe yên ji destûra bingehîn a nû bi vî rengî anî ziman: "Li welatekî eger gelek ji rêveberên xwe, ji hikûmeta xwe bitirse wê demê ew rêveber dîktator e, li wî welatî demokrasî nîne. Na eger gel xwe bi hêsanî tîne ziman, wê demê rêveberiya gel demokratîk e. Ji ber vê eykê divê rêveberiya me demokratîk be. Bi gel bişêwire. Ev yek wê ji bo wan kêrhatî be.
Li cem me rêveber gava li ser kursiyê rûdinên, nizanin rabin. Mandela bi xwe jî piştî ragirtina 27 salan a li girtîgehê, dema derket derve bi tenê demekê serokatî kir û cihê xwe da yekî din. Pêwîstiya demokratiyê ev e. Divê rêveberên me jî, gava dema wan a wezîfeyê qediya divê zanibin xwe bidin aliyekî. Li welatê me gelek rewşenbîr, siyasetmedar hene ku dikarin vî karî bi ser bixînin."
GIRÎNG E PÊWÎSTIYÊN CIVAKÊ LI BER ÇAVAN WERIN GIRTIN
Dilyar Sadik jî da xuyakirin ku divê destûra bingehîn li gorî pêwîstiyên civakê be û got, "Li vî welatî, bêyî nêrîn û pêwîstiyên gel destûra bingehîn nabe were amadekirin. Gel destûreke bingehîn a çawa dixwaze, divê bi wî rengî be. Bêyî daxwazên gel nabe. Ji ber ku destûra bingehîn hemû ferdên civakê eleqedar dike. Parlamenta wê destûra bingehîn çêbike, bi dengên gel ava bû. Wê demê divê guh bidin dengê gel."
PÊWÎSTE SÎNORÊN HER KESÎ WERIN DIYARKIRIN
Sadiq destnîşan kir ku pêwîste destûra bingehîn pîvanan destnîşan bike, sînorên her kesî diyar bike û got, "Serok, Serokwezîr, Serokê Parlamentê û hwd. divê sînorên wan diyar bin. Sînorê her kesî pêwîste di vê destûra bingehîn de zelal bibe. Ji ber ku di rewşa heyî de her tişt tevlîhev e. Kes bi sînor, maf û wezîfeyên kesî nizane. Lewma divê destûra bingehîn a nû li ser bingeha demokratîk be û sînorê her kesî diyar bike."
HEMBÊZKIRINA HEMÛ CIHÊRENGIYAN
Mihemed Mecîd ragihand ku destûra bingehîn biryarên di nava rojek du rojan, mehek du mehan tê derxistin nîne û destnîşan kir ku destûra bingehîn divê ne tenê Kurdan, her kesên li Kurdistanê dijîn vehewîne nava xwe. Mecîd got, "Destûra Bingehîn her kesên li Kurdistanê dijîn eleqedar dike, bandorê li wan dike. Ji ber vê yekê, divê maf û jiyana gel ewle bike. Pêwîste demokratîk be, her kes xwe di nav de bibîne. Ne tenê yê Kurdan divê mafê her kesên li vir dijîn biparêze."
PÊWÎSTE HEMÛ PARTÎ DI QONAXA AMADEKARIYÊ DE CIH BIGIRIN
Welatiyê bi navê Salih Xeyat jî anî ziman ku her derdora li parlamentê divê di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de cih bigirin û got, "Bala xwe bidinê; li welatê me pêvajoyeke girîng a dîrokî tê jiyîn. Ya rast divê Kurd li her derê bibin yek. Destûra bingehîn jî divê li ser bingeha vê yekîtiyê were amadekirin. Divê xizmetê ji yekîtiya Kurdan re bike.
Divê hemû partiyên li parlamentê pêşniyar û nêrînên xwe ji Mesûd Barzanî re ragihînin. Ev welat ne tenê welatê Mesûd Barzanî ye, ne tenê xaka wî ye. Welatê me ye. Welatê me hemûyan e. Ji ber vê yekê mafê me hemûyan li ser vî welatî heye. Lewma divê hemû siyasetmedar, destûra bingehîn jî di nav de hemû pirsgirêkan bi hev re awayekî vekirî nîqaş bikin. Ji bo vê jî beriya her tiştî hewcehî bi yekîtiya navbera wan heye."