Bernameya Konferansa Avakirina Kobanê hat aşkerakirin
Bernameya konferansa bi şîara ‘Jinûve Avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye’ ya li Amedê pêk tê, aşkera bû.
Bernameya konferansa bi şîara ‘Jinûve Avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye’ ya li Amedê pêk tê, aşkera bû.
Bernameya konferansa bi şîara ‘Jinûve Avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye’ ya li Amedê pêk tê, aşkera bû. Li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Muslim got: “Em wek rêveberiya Kantonê û gelê Kobanê, hedef dikin ku avakirineke ku hemû nirxên demokratîk, ekolojîk û mirovî digire nav xwe û diparêze, pêk bînin.”
Li ser navê Rêveberiya Kantona Kobanê Enver Muslim têkildarî konferansa ‘Jinûve Avakirina Kobanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye’ ya 2-3’ê Gulanê li Salona Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tê, daxuyaniyek da.
EM ARMANC DIKIN KU AVAKIRINEKE CIVAKÎ BIKIN
Muslim di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em wek rêveberiya Kantonê û gelê Kobanê, hedef dikin ku avakirineke ku hemû nirxên demokratîk, ekolojîk û mirovî digire nav xwe û diparêze, pêk bînin. Em armanc dikin ku bi dînamîkên xweser ên gel re li gorî ruhê têkoşîneke bêhempa, bi avakirineke civakî re hemû aliyê civakî beşdarî vê pêvajoyê bikin û avabûna Kobanê jî civakî bikin.
Konferans wê bi nêzî 300 delegeyî pêk bê. Ji her alî ji bo piştgiriya avakirina Kobanê wê kes beşdar bibin û em ê avakirinê wê bi hemû aliyên civakî û dostên xwe re pêk bînin. Kobanê ya ku bi berxwedana xwe bala hemû hêzên navneteweyî kişand, bêguman di avakirinê de jî heman eleqeyê dibîne. Lê ev konferansa ku yekem nîqaşên hevpar dimeşîne, zêdetir bi Kurdistan û gelên lê dijîn re hat rêxistinkirin. Ev konferans di heman demê de wê hîmê gelek xebatên neteweyî û navneteweyî jî biavêje.
MIROVAHÎ WÊ JI NÛ VE BIKEVE TEVGERÊ
Muslim ev tişt vegotin:
“Ji bo avakirinê ji binesaziyê heta sazibûna ser erd, ji avê heta çandiniyê, ji sewalkariyê heta enerjiyê, ji tenduristiyê heta perwerdeyê, ji korîdora mirovahiyê heta ewlehiya Kobanê, ji paqijkirina mayînan heta rakirina harfiyatê hewcedarî bi hevkarî û çareseriyê heye.
136 rojan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedan hat dayîn û hîna jî tê dayîn. Şer û qirkirinên mezin bi xwe re anîn. Gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Bi hezaran kes ji warê xwe bûn. Bajar û gundê wan wêran bûn. Ji bo ev ji holê bê rakirin, peywira mirovahiyê ye. Avakirin, ji hilweşîn û şer zehmetir e. Em vê dizanin. Baweriya me ya ji bo avakirina Kobanê ketina nav tevgerê, mezin e.”
BERNAMEYA KONFERANSÊ
2-3’ê Gulan 2015’an, Amed
Roja I.
09.00 Qeyd
10.00 Vekirin
Axaftinvan:
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê
Serokê Kantona Kobanê Enver Muslim
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Hatîp Dîcle
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah
11.15’an de Nîşandana Sînevîzyona Kobanê
11.30’an de navber
11.45 Rûniştina I.: Encamên siyasî û civakî yê şerê Kobanê
13.00 Xwarina Nîvro
14.00 Rûniştina Yekemîn berdewam
18.00 bi dawîbûna runiştinê
Roja II.
09.00 Rûniştina II.: Tespîta Rewşa Fîzîkî ya Kobanê û Têkildarî Çareseriyê de rêyên çareseriyê
11.00 Navber
11.15 Rûniştina II. Berdewam
13.00 Xwarina Nîvro
14.00 Pêşniyar û Biryar
17.30 Encamname
18.00 Girtin