Serokan 1'ê Gulanê li karkeran pîroz kirin

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê, Hevşaredarê Sûrê cejn li xebatkarên şaredariyê pîroz kir.

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Hevşaredarê Sûrê Seyîd Narîn, Serokê Sendîkaya Belediye-Îşê Vezîr Perîşan, rêveberêns endîkayê û Alîkara Hevşaredarên Sûrê Naşîde Bûlûttekîn Can, cejn li karkerên Şaredariyê pîroz kirin.

Seyîd Narîn û heyeta pê re piştî pîrozkirina cejnê li avahiya xizmetê ya şaredariyê çûn şantiyeya Şaredariya Sûrê û Midûriyeta Zabita û Çandê û cejna karkeran pîroz kirin.

Narîn û heyeta pê re qurnefîl dan karkeran.