CÎK'ê komkujiya Îştebrakê şermezar kir
Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî, komkujiya li gundê Îştebrak ê bajarê Îdlîbê li dijî Elewiyan hat kirin, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kuştina mirovan ji ber mezheba xwe, li ser navê Îslam û mirovahiyê barbarî ye. Li ser navê dîn qetilkirina mirovan ji ber mezheb, ol û qewmê xwe yê neteweyî, cînayeteke mezin e" û hat destnîşankirin ku li gorî Îslamê yên li dijî qetilkirina însanên sivîl û bê parastin dernakevin jî, hevparê komkujiyê ne.
BANGA 'BÊDENG NEMÎNIN' LI MISILMANAN HAT KIRIN
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ola Îslamê dibêje; li hemberî zilm, zordarî û qetilkirina mirovan helwestê nîşan bide. Îslam û dîn, bûyereke wijdanî ye. Yên wijdanê xwe winda kiribin, dînê xwe jî winda kirine. Pêxemberê me Hz. Mûhammed, yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin weke 'îblîsên bê ziman' pênase dike" û bang li Misilmanan hat kirin ku li hemberî van komkujiyan bêdeng nemînin.
CÎK'ê bal kişand ser berpirsyariya Tirkiye, Îran, Iraq, Erebîstana Siûdî û Emaretên Ereb a di komkujiyan de û got, "Rehma Xwedê yên jiyana xwe ji dest dane be, em ji birîndaran re şîfa xêrê, ji xizmên wan re jî sebrê dixwazin."