Leşkeran 8 hêstirên din qetil kirin
Li Zozanên Şîrît ên li nêzî gundê Roboskê yê Qilabanê ye, leşkeran 8 hêstirên din qetil kirin.
Li Zozanên Şîrît ên li nêzî gundê Roboskê yê Qilabanê ye, leşkeran 8 hêstirên din qetil kirin.
Hêstirên ku di karê bazirganiya sînor a çavkaniya debara gelê herêmê ye tên bikaranîn, her ji aliyê leşkeran ve tên qetilkirin. Tevî nerazîbûnên gel jî leşkeran duh bi şev li Zozanên Şîrît ên li nêzî gundê Roboskê yê navçeya Şirnex Qilabanê ye 8 hêstirên din qetil kirin.
Bi vê bûyerê re hejmara hêstirên di nava du mehan de ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin, derket 40'î.
Hat ragihandin ku leşkeran duh bi şev ji Qereqola Beyaz Tepeyê, gule li nuqteyên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê reşandine.