Heyeta Êzidî bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a PE re hevdîtin kir
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya Ewropayê, bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) re hevdîtin kir.
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya Ewropayê, bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) re hevdîtin kir.
Heyeta Êzidiyên Şengalê ya Ewropayê, bi Koma Keskan û Yekîtiya Çep a Parlamenta Ewropayê (PE) re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de hat xwestin ku ji bo rizgarkirina Êzidiyên di destê DAIŞ'ê de dîlgirtî ne û ji bo Êzidiyên di rewşeke zehmet de dijîn, planên şênber werin diyarkirin. Hat destnîşankirin ku bi saya PKK, YPG/YPJ'ê Êzidî ji komkujiyên mezintir ên çeteyên DAIŞ'ê rizgar bûne.
Ji rayedarên Federasyona Komeleyên Êzidî û Konseya Şengalê ya li sirgûnê Serok Fîkret Îgrek, Nofa Seleman, Fadil Naîf Abdî û Ayhan Îgrek, bi Seroka Koma Yekîtiya Çep a PE Gabî Zîmmer û Hevseroka Koma Keskan Rebeka Harms re hevdîtin kirin.
'YÊN DÎL HATINE GIRTIN DIVÊ WERIN RIZGARKIRIN'
Di hevdîtinan de Êzidiyan pirsgirêkên li Şengal, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê û bendewariyên xwe anîn ziman, encamên sûcê li dijî mirovahiyê yên çeteyên DAIŞ'ê li Şengalê li hemberî jin û zarokên Êzidî kirin û ya divê li hemberî vê were kirin, anîn rojevê. Heyetê weke karê lezgîn ê divê were kirin jî, rizgarkirina mirovên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîl girtî ne, destnîşan kirin.
'BI SAYA PKK Û YPG/YPJ'Ê BERXWEDAN HAT NÎŞANDAN'
Di hevdîtinê de hat ragihandin ku mîna desthilatdariyên Osmanî, Pers û Ereban anîn serê Êzidiyan çeteyên DAIŞ'ê jî ji bo careke din qirkirinê bikin êrîşî Şengalê kirine û bi zanebûn ji û zarok hedef girtine. Hat destnîşankirin ku PKK, YPG/YPJ'ê bi derfetên xwe yên kêm li dijî van êrîşan li ber xwe dane û piştre jî bi vekirina korîdora însanî ya ji ser Rojava re jiyana bi hezaran Êzidiyan hatiye rizgarkirin.
BANGA LI YEKÎTIYA EWROPA Û NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di hevdîtinê de hat gotin ku bi hezaran Êzidiyên di rewşa penaberiyê û mercên zehmet de dijîn hene û divê Yekîtiya Ewropa, dewletên endam û Neteweyên Yekbûyî planên alîkariyê yên bêhtir şênber, bixin dewrê.
Hat destnîşankirin ku li herêma Nînovê tevî Êzidiyan ji her gel û baweriyan mirov hene û mîna xweseriya demokratîk a li Rojava avakirina sîstemeke bi heman rengî ya bi başûrê Kuristanê ve girêdayî, ji bo Êzidiyan pêwîstiyeke ku xwe ewle bibînin.