Dêrsimiyan komkujiyên li dijî Elewiyan protesto kir

Dêrsimiyan komkujiya çeteyên El Nursa li Sûriyeyê li dijî gundên Elewiyan pêk anî protesto kir. Di çalakiyê de bal kişandin ku yek ji berpirsên komkujiyê hukûmeta AKPê ye.

Dêrsimiyan komkujiya çeteyên El Nursa li Sûriyeyê li dijî gundên Elewiyan pêk anî protesto kir. Di çalakiyê de bal kişandin ku yek ji berpirsên komkujiyê hikûmeta AKPê ye.

Girseya gel ji kolana Sanatê heta Qada Seyîd Riza meşiya û bênavber dirûşma “Qatil DAIŞ, hevkar AKP qêriyan”. Meş li rastî piştgiriya esnafan hat.

Namzeta HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul û gelek kesên din jî tevlî meşê bûn.

‘BERPIRS AKP YE, EM Ê BÊ DENG NEMÎNIN’

Serokê Komeleya Ermenî û Elewiyên Dêrsimê (DERADOST) Serkan Sariataş diyar kir ku yek ji berpirsên komkujiyê hikûmeta AKPê ye û bibîr xist ku çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê ku nûnertiya paşverûtî û xedariya hovane ya li Rojhilata Navîn dikin li her derê nirxên mirovahiyê binpê dikin. Sariataş komkujiyên Kerbela, Çaldêran, Dêrsim, Sêwas, Mereş, Çorûm, Lazkiye yên li hemberî Elewiyan pêk hatin bibîr xist û got ku îro jî li her derê Sûriye û Rojhilata Navîn ev komkujî pêk tên. Sarataş da zanîn ku ew ê li hemberî van komkujiyan bê deng nemînin.

DÛA KIRIN, MÛM VÊXISTIN

Piştî daxuyaniya çapemeniyê Pîrê Elewiyan Kadîr Bulut bang li girseyê kir û li hemberî zilma li Sûriyeyê dûa kir. Piştî dûayan girse li ber peykerê Seyid Riza mûm vêxist.