Enes ê PKK'yî bi merasîmekê spartên axê

Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Mehmet Alî Enes (Rênas) ê sala 1992’yan li bejahiya Şemrexê jiyana xwe ji dest da û li wir spartibûn axê, li “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Licê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Mehmet Alî Enes (Rênas) ê sala 1992’yan li bejahiya Şemrexê jiyana xwe ji dest da û li wir spartibûn axê, li “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Licê spartin axê.

Cenazeyê gerîlayê PKK’ê Mehmet Alî Enes (Rênas) ê sala 1992’yan li bejahiya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da û li wir spartibûn axê, li “Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li gundê Sîsê ya Licê spartin axê. Hevşaredar jî di nav de gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Cenaze, bi dirûşma,"Şehîd namirin" spartin axê.

Hevserokê MEYA-DER Mehmet Yaşar ê di merasîma cenaze de axivî, got: “Li Tirkiyeyê lîstîkên pir qirêj tên lîstîn û got, “Dewleta Tirk a yekane armanca wê tinekirin û asîmîlekirina Kurdan e, tevî vê jî bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd wê xwişk û biratî û azadî bê vî welatî.”

Xizmê gerîlayê PKK’ê Tahîr Ogûrlû jî got ku ti gelî bi qasî gelê Kurd şehîd nedane. Tevî vê jî gelê Kurd têkoşîna xwe didomîne.