Ol ne yên dewletê, yên civakê ne - Cemîl Bayik
Bi aşkerebûna danezana hilbijartinê ya HDP’ê re ku tê de dihate gotin wê Serokatiya Karê Diyanetê were rakirin re zelal bû ku hikûmeta AKP’ê çawa ol xistiye bin xizmeta dewletê.
Bi aşkerebûna danezana hilbijartinê ya HDP’ê re ku tê de dihate gotin wê Serokatiya Karê Diyanetê were rakirin re zelal bû ku hikûmeta AKP’ê çawa ol xistiye bin xizmeta dewletê.
Bi aşkerebûna danezana hilbijartinê ya HDP’ê re ku tê de dihate gotin wê Serokatiya Karê Diyanetê were rakirin re zelal bû ku hikûmeta AKP’ê çawa ol xistiye bin xizmeta dewletê. Diyar bû ku parastina Serokatiya Diyanetê tê wateya parastina dewletê. Hate dîtin ku ol veguherandine amûreke veşartin û rawekirina zext û metîngeriya dewletê. Bi şêwazekî din girtina dest a Serokatiya Karê Diyanetê ku saziyeke dewletê ye ne mimkun e. Kengî ol ji bawerî, jiyana civakî ya exlaqî û çandî hatin derxistin û bûn ola dewletê wê demê ketin rewşeke bi cewhera xwe re bi nakok. Bi gotineke din oleke ji bawerî û ola civakê cudatir hate avakirin. Olên ku bawerî, wijdan, exlaq, çanda civakî û jiyana civakê ne; bûn amûrên dewletê yên mêtîngerî û zextê.
Tê zanîn piştî ku Xiristiyanî bû ola fermî ya Împaratoriya Romayê ya koledar, wergeriya amûreke bîrdozî ya serdestan û ji mêtîngerî û zextê re mîna amûr hate bikaranîn. Her kesê der barê dîroka olan û dîroka giştî de xwedî agahî vê yekê dizanin. Disa bi Emewiyan re derveyî ola û baweriya civakî, têgihiştineke Îslamî ya deshilatdar û dewletparêz derkete holê. Ji xwe gelek tevgerên Îslamî, terîqat an mirovên bawermend, serdema pêşî ya Îslamê ku mîna ‘Asr-i Saadet’ binav dikin mîna mînak didin. Dema qala Îslamê tê kirin, dayina hemû mînakan ji wê serdemê, ne tiştekî tesadûfî ye. Ji ber ku dema ol ji desilatdarî û dewletê re xistin amûr dibe xwedî têgihiştin û kirinên berevajî cewherê xwe. Pêwîst e ku Îslama civakê û têgihiştin/kirinên dewletê yên bi navê Îslamê derdixe pêş û sazîbûnên wê ji hev werin cuda kirin. Îslam çi qasî ji dewletê were dûrxistin, evqasî dibe bawerî û jiyaneke li gor cewhera xwe. Ev jî rastiyeke dîrokî ye. Dema gotina, “Bila Serokatiya Karê Diyanetê were rakirin” AKP bi demagojiya “olê ji holê radikin” vê perspektîfa dîrokî baştir bi me dide fêhmkirin. Dûrxistina olê ya ji dewletê û xistina malê civakê tê wateya derxistina ji destê serdestan a amûreke îstîsmarkirinê. Dewrkirina olê ya ji bo civakê di heman demê pêkanîna jiyana Îslama rastî ye.
Kurd baş dizanin Îslama ku li derveyî bandor û kontrola dewletê maye Îslama rastî ye. Medreseyên Kurdan bi sedê salan ji bandora dewletê dûr baweriya xwe avakirin û hiştin ku ev bawerî mîna şêwazekî jiyanê di nava civakê de bi cih bibe. Bi vê yekê re jî civak li ser bingehê dad, maf, wekhevî û wijdan di nava aştiyê de jiya ye. Pirsgirêkên xwe yên civakî bi çanda medreyesê, bawerî û çanda civakî çareser kirin. Bawerî û îbadeta xwe bi şêwazekî azad û aidî civakê meşandin. Demên ku Îslam bi şêwazekî wijdanî, exlaq, maf, dadî hate jiyîn û baweriyê gelekî nirxekî mezin didît, dema ku mele û seyid yên di van medreseyan de gihiştibûn bû. Dîsa li Kurdistanê yên di serî de li dij zilm û bêdadiyê derdiketin mirovên çand û baweriyê yên li van medreseyan gihiştî bûn. Kurd cudakariya di navbera Îslama medreseyan û ya bi dewletê re têkildar baş dizanin. Her wiha bi dîtina di jiyana xwe de dizanin tiştên ku dewlet û Serokatiya Karên Diyanetê bi navê Îslamê dibêjin û pratîka wan çiqasî berevajî rastiya Îslamê ye.
HDP dixwaze ku Îslam ji bin kontrol û bandora dewletê were rizgarkirin, medrese û civak bi rêxistinbûyina xwe karibe wergerîne olekî ku di nava civakê de xwe ava dike û bi pêş dixe. Kurd baş fêhm dikin ku HDP’ê qala çi dike. Alimên Kurdan ên bi çanda medreseyê mezin bûne baş fêhm kirine. Qutkirina olê ji dewletê ne bêolî ye. Di bin sî û bandora dewletê de hiştina olê bêolî ye, heqareta li olê ye û xirabiya herî mezin a dikare li olê bê kirin e. Yên xirabiya herî mezin li olê dikin yên mîna AKP’ê ne ku olê dixin amûr, pê dewlemend dibin û li ser serê civakê rûdinên. Yên xirabiyê bi olê dikin ew in ku bi navê olê serê mirovên bêguneh jê dikin û wan qetil dikin. Yên xirabiyê bi olê dikin ew in ku xwedî têgihiştina yên îmaja olê xira dikin û destekê didin wan.
Ol aidî civakê ye. Qutkirina olê ya ji serdestan û dewlet a ku tê wateya sazîbûna zext û mêtîngeriyê, ji bo olê vegerandina li civakê û xizmeta herî mezin e. Ol û baweriyan di tevahiya dîrokê de jiyana civakî sererast kirine. Kengî serdest û dewleta ol xistin amûra mêtîngerî û zexta xwe wê demê ji wezîfeya wê ya civakî, exlaqî, wijjdanî û çandî qut kirin.
Divê ol ji dewletê were dûrxistin û li rêxistinbûyîna civakî were vegerandin. Perwerdeya olî jî divê ji dewletê cuda, li dibistanên û medreseyên ji sî û bandora dewletê dûr were dayin. Wê demê wê exlaq, çand û wijdanê civakî ava bike û mîna bawerî û nirxên civakê hebûna xwe de di nava gel de bidomîne. Tevgera Azadiyê olê mîna nirxeke ku di jiyana civakî de xwedî rola exlaq, wijdan û çandî ye dibîne. Eger hê jî em karibin qala hebûna civak û civakbûyînê bikin em vê yekê deyndarê Îslam, Xiristiyanî, Elewî, an Êzîdî yanî deyndarê hemû bawerî olan e. Ya ku nirx bide Îslamê, ol û baweriyê civak in. Naxwe yên neo-liberalîzm ji bo xwe xistina felsefeya jiyanê û ol, ne karin olan ne jî rola wan a di nava civakê de fêhm bikin. AKP niha bi kapîtalîzma kesk li Rojhilata Navîn bûye nûnera takekesparazî ya civakê parçe dike, exlaq, wijdan û çanda civakî tine dike. Xizmeta herî mezin a ji bo olê rizgarkirina wê ji dewletê û vegerandina wê ya li civakê ye. Ji xwe di rastiyê de hemû ol li dij dewlet a nûnertiya mêtîngerî û zextê dike derketine û nûnertiya civakê kirine. Yên dibêjin ol aidî dewletê ye di rastiyê de bêol in. Yên wisa dibêjin dijberê olê ne. Yên dibêjin ol aidî civakê ye yên ji ol û baweriyê rêzdarin û nirx didinê.
Eger ji Kurdan were pirsîn ka ola li medreseyan hatiye dayin an ola ku diyanetê fêr kiriye û waazên wê seh kerine dixwazin wê demê bersiva rast a civakê wê were dîtin. Wê demê wê diyar bibe ka kî olê ji holê radike û kî nirxê rastî didê olê.
Şik û guman tine ye ku divê ol aidî civakê, saziyên ku civakê û mirovên bawermend avakirine be. Medrese û saziyên mîna wan saziyên girêdayî civakê ne. Civak bêyî pişta xwe bide dewletê van saziyan dimeşîne. Di dema ku derfet herî kêm bûn de ev sazî meşandin, niha wê baştir wan bimeşîne. Medrese divê bibin alternatîfê diyanetê. Weqf, dergah û terîqatên ku bi dewletê re têkildar nebûne wê herî baş karibin olê temsîl bikin û hebûna wê bidomînin. Ji dîrokê heta niha ol dibe dewletî heye, li aliyê din jî ol a ku di nav civakê de heta niha hatiye jiyandin heye. HDP ya yekemîn red dike û li ya duyemîn xwedî derdikeve.
Kes dersa olî ji holê ranake! Tenê divê êdî bi zorê Xiristiyan, Elewî û Êzîdiyan bi zorê nexin dersê olî. Dersa olî li cihê xwe dimîne, lê ji bo yên naxwazin vê dersê bibînin wê ne mecbûrî be. Ev jî tê wateya rabûna tehmet a li ser olê. Bi zorê nabe ku ji bo mirovan were gotin, ‘were fêrî vê olê bibe’. Tê xwestin ev rewşa bêteşe û çewt ji holê rabe. Ji xwe Yekîtiya Ewropayê û DMME gelek caran xwest ku li yên naxwazin vê dersê bibînin zext neyê kirin. Dema Elewî, Êzîdî, Xiristiyan zarokên xwe neşînin vê dersê gelo bi zexta polîsan wê wan bixin vê dersê? An ji be ku neketin vê dersê wê perwerdeya wan nîvco bimîne? AKP bila xwe neavêje erdê, demagojiyê neke, gel ne xapîne, tişta ku HDP’ê dike nêzîkatiya herî rast a ji bo olê ye.
Divê dewlet tenê ji sererastkirina rewşa ku hemû ol û bawerî hebûna xwe bi şêwazekî azad û di nava aştiyê de bidomînin û îbadeta xwe bikin berpirs be. Nabe ku saziya dewletê ya karên olî organîze dike hebe. Nabe ku dewlet bibe xwedî saziya ku ol wê çawa be, çawa xwe birêxistin bike û çawa bikeve pratîkê. Tenê astengiyê li pêşiya jiyana olî radike û ji bo bicîhanîna wê baweriyê derfetan amade dike. Ev jî mîna li gelek dewletan heye dikare bi koordinasyona navbera baweriyan û sazîbûneke ku têkiliyê sererast dike û di heman astê de nêzî hemû baweriyan e mumkun dibe. Ji bilî vê yekê divê hemû ol û bawerî ji dewletê re bêjin; “Siyê çêneke, tiştekî din ji te naxwazin.”
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka