KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG: Em ê her projeya ku zerarê dide Kurdistanê wek êrîş bibînin
Fermandariya HPG’ê ya Eyaleta Amedê da zanîn ku ew her cureyên projeya ku zerarê didin xwezaya Kurdistanê wê wek êrîşê bibînin. -
Ji PYD’ê peyama 1’ê Gulanê
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê roja 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkarên cîhanê pîroz kir. -
Koçer ê YPG'yî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin
Şervanê YPG'ê Tîmûçîn Goçer (Koçer Semsûr) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxikirin. -
‘Wê HDP hem benda YSK’ê û bendava Heskîfê hilweşîne’
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê di navbera partiyan de têkoşîneke mezin tê dayîn. Li Êlihê jî ji ber şerê desthilatdariyê yê di nav rêxistina AKP'ê de, HDP xebatên xwe ye li bajêr bê hevrik dimeşîne. -
Sedema lêpirsînê: Çêkirina nûçeyê ji bo TV'yeke nîne
Nûçegihanê me Hacî Guneş, ji ber nûçeyeke di sala 2007'an de li Îzmîrê çêkir, ket ber lêpirsîna Dozgeriya Kûlû ya Konyayê. -
Gerîlaya ARGK'ê Esra Seçen li Dîebûrgê hat bîranîn
Li bajarê Elmanya Dîebûrgê, ji bo Esra Seçen (Berçem) a di sla 1991'ê de tevlî têkoşîna Azadiyê bû û di sala 1995'an de jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bîranînê hat lidarxistin. -
Ji Awazên Çiya strana hilbijartinê: Ji bo gelan HDP - BI DÎMEN E-
Koma Awazên Çiya ku heta niha bi gelek stranên xwe di nava gel de tê hezkirin, vê carê ji eniya xwe bi strana ‘Ji bo gelan HDP’ stranek amade kir. -
Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. -
10 ciwan, li dijî provokasyona Tendurekê tevlî gerîla bûn BI DÎMEN
Li dijî provokasyona dewleta Tirk a li navçeya Giyadîn a Agirî, 10 xwendekarên li Zanîngeha Agirî dixwînin tevlî nav refên gerîla bûn. -
Vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê veguherî mîtîngê
Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan bi merasîmeke girseyî hat vekirin. Hevserokê Rêxistina Bajêr a HDP’ê M. Veysî Dîlekçî bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir ku di bin banê HDP’ê de bibin yek. -
Bombebaran, veguhastin û tevgera hewayî
Artêşa Tirk, veguhastin, bombebaran û tevgera xwe ya hewayî ya li hemberî qadên gerîla dewam dike. -
Îranê Qendîl bombebaran kir
Artêşa Îranê xeta sînor a Qendîlê bi obus, hewan û çekên giran bombebaran kir. -
Li Kobanê û rojavayê Cizîrê pevçûnên dijwar
Di çalakî û pevçûnên duh ên li Kobanê û rojavayê kantona Cizîrê de êrîşên çeteyan hatin şikandin û wesayîteke çeteyan tevî çeteyên tê de hat rûxandin. -
Li Elmanyayê çalakiyên destekkirina HDP'ê
Li bajarê Elmanya Bodensee Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê çalakiyek lidar xist. Tevî Hevseroka Giştî ya DBP'ê û nûnerên Komeleyên Elewiyan zêdeyî 300 kes beşdarî çalakiyê bûn. -
Serdanên namzetên HDP'yî yên li Dêrsimê dewam dikin
Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Dêrsimê Şahîn û Onlu, li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Dêrsimê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, serdanên xwe yên ji bo esnafan dewam dikin. -
Kurdên li Sowyeta berê rêxistinbûyîna xwe bi pêş dixînin
Yekîtiya Saziyên Kurdan ên Civakî yên Navneteweyî, li paytexta Rûsya Moskowê bi beşdariya delegeyên ji 6 welatên cuda 11. kongreya xwe ya asayî lidar xist. -
Namzetê HDP'ê Dogan: Divê Elewî bibin neferên yekîtiya me
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Îzmîrê Dogan, di axaftina xwe ya li paneleke hilbijartinê ya li Elmanyayê de bang li Elewiyên li Ewropayê dijîn kir, ku ji bo sekinandina rejîma AKP'ê deng bidin HDP'ê. -
Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê ava bû
Aktîvîstên li Amedê dijîn, ji bo li ser tenduristiya civakê xebatan bimeşîne Komeleya Tenduristî û Civakê ya Mezopotamyayê (METSAD) ava kir. -
Dêrsimiyan xwestin Aysel Dogan û girtiyên nexweş azad bibin
Li Dêrsimê ji bo endama Koma Aştiyê ya di 1999’an de ji Ewropayê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û Seroka Akademiya Bawerî û Elewiyan a Dêrsimê Aysel Dogan û girtiyên nexweş, azadî hat xwestin. -
Partî û saziyên Kurdan ji bo konferansa neteweyî civiyan
Partî û saziyên Kurdan, li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo mijarên ji nû ve avakirina Kobanê, konferansa neteweyî û avakirina dîplomasiya Kurd li qada navneteweyî binirxînin, civiyan. -
Kuresunnî: AKP'ê Em tine hesiband
Berdevkê Platforma Fikir a Kuresunnî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Lêkolîna Çand û Dîrokê ya Kuresunniyan, Atacan diyar kir ku Kuresunnî êdî dixwazin bi nasnameya xwe din ava jiyana civakî de hebin. -
Fermandarê MLKP'ê Can: Jiyana bi rêbaza gerîla pêşeroja me ye
MLKP'ê yekemcar hebûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkera kir. Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ferzad Can got, "Jiyana bi rêbaza gerîla ne paşeroja me ye, pêşeroja me ye." -
Li Elmanya û Fransayê civînên ji bo destekkirina HDP'ê
Li gelek herêmên Ewropayê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Di civînên li Nantes û Hîldesheîmê de banga destekkirina HDP'ê hat kirin. -
KJK'ê ji gelê Nepalê re sersaxî xwest
Koordînasyoan KJK’ê ji ber erdheja li Nepalê daxuyaniyek da û got: “Em ji gelê Nepalê re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku hest û nêrînên me bi we re ne.” -
Gerîlaya YJA Starê Korkmaz û şervanê YPG'ê Bûlût hatin bîranîn
Gerîlaya YJA Starê Kader Korkmaz (Vînar Semsûr) a li Şengalê jiyana xwe ji dest da li bajarê Fransa Lorîentê, şevanê YPG'ê Raşît Bûlût jî li bajarê Elmanya Wûppertalê hatin bîranîn.