Li Elmanya û Fransayê civînên ji bo destekkirina HDP'ê

Li gelek herêmên Ewropayê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Di civînên li Nantes û Hîldesheîmê de banga destekkirina HDP'ê hat kirin.

Li gelek herêmên Ewropayê, xebatên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, dewam dikin. Di civînên li Nantes û Hîldesheîmê de banga destekkirina HDP'ê hat kirin.

NANTES

Li bajarê Fransa Nantesê, li ser hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, civîneke gel hat lidarxistin. Di civîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Nantesê de, hat bibîrxistin ku hilbijêrên li Ewropayê ji 8'ê Gulanê û pê ve dikarin dengê xwe bikar bînin.

Di civînê de, ji ber ku Kurdistaniyên li Rojavayê Fransayê wê li konsolosiya li Nantesê dengê xwe bikar bînin, çavdêr û wezîfedarên birin û anîna hilbijêran hatin diyarkirin.

HÎLDESHEÎM

Li bajarê Elmanya Hîldesheîmê jî, bi armanca destekkirina HDP'ê, civîna gel hat lidarxistin.

Di civîna ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hîldesheîmê ve hat organîzekirin de, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan, li ser navê AABF Alî Kemal Polat û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Ronahî Mavîgok amade bûn.

Di civîna ku li ser hilbijartinên giştî gel hat agahdarkirin de, banga destekkirina HDP'ê hat kirin. 

Her wiha Dîlan û Bermal, Memo, Hesen Firhat û Şaban Kazan bi hunera xwe derketin pêşberî Kurdistaniyan û berhemên xwe pêşkêş kirin.

...