Nasnameya 3 şervanên YPG’ê hate aşkerakirin

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên YPG’ yên di şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir.

Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî weşand nasnameya 3 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dane aşkera kir. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

ˮRoj bi roj şoreşa Rojavayê Kurdistanê dengê xwe li tevahî cîhanê belav dibe, ew jî bi saya têkoşîna ku li Rojava tê meşandin û bi saya ked û xwîna şehîdan yên ku gulên di bin keviran de mayî şênber dikin.

Her çiqas gotin bêne ziman wê pirtûk û pênûs têre neke ku mafê berxwedan û têkoşîna bêhempa bê dayîn. Di heman demê de wê têre neke ku mafê ew malbata ku sê zarokên xwe diyarî axa pîroz kirine ji bu misogerkirina jiyanek azad dûrî koletî û desthilatdariyê bide.

Gelê ku di bin nava çar dîwaran de mayî û bi sînor asê mayî, îro bi ked û xwêdaneke mezin li hember hemû cureyên êrîşan disekinin û xwe dikin mertal li hember dijminê mirovahiyê yê ku dixwaze car din komkujiyan li ser gelan de bêne têdikoşin.

Îro li Rojavayê Kurdistanê yekîneyên me û gelê me yê welatperwer li hember hemû hewldanên dagirkeriyê disekinin, bi dehan ciwan ji deverên cuda îro beşdarî nava refên berxwedanê dibin û sing bi sing li hember hêzên tarî yên girêdayî DAIŞ'ê şer dikin û êrîşên wan têk dibin. Yekîneyên me soza ku bi şehîdan re dayîn îro pêk tînin û xwîna xwe dikin diyarî welat û gelê xwe.

3 şervanên me di berxwedanê ku li Serêkaniyê tê meşandin de bi fedakariyek mezin şer kirin û gihiştin asta şehadetê, di nava her sê rêhevalên me de 2 Ereb in.

Di şexsê her sê hevalên me de em tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bibîr tînin û bi rêz bejna xwe li hember wan ditewînin, car din em sersaxiyê ji malbatên her sê pakrewanan û tevahî malbatên şehîdan re dixwazin.ˮ

Nasnama şervanan wiha ye :

-Dilovan Elmelek, bi nasnav Dilo Gir Faris, cihê jidayikbûnê : Gir Faris, Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê – gundê Menacîr 24 Avrêl 2015

-Bunyan Elnehar, bi nasnav Şervan, cihê jidayikbûnê : Til Ehmed, Cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê 25 Avrêl 2015

-Şeîban Kurdî, bi nasnav Şiyar Kurdî, cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê, cih û dîroka şehadetê: Serêkaniyê gundê Imeyir 24 – 2 – 2015