Vekirina buroya hilbijartinê ya HDP’ê veguherî mîtîngê

Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan bi merasîmeke girseyî hat vekirin. Hevserokê Rêxistina Bajêr a HDP’ê M. Veysî Dîlekçî bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir ku di bin banê HDP’ê de bibin yek.

Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Wanê bi tevlîbûna hezaran kesan bi merasîmeke girseyî hat vekirin. Hevserokê Rêxistina Bajêr a HDP’ê M. Veysî Dîlekçî yê di vekirina buroyê de axivî, bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir ku di bin banê HDP’ê de bibin yek.

BI ERBANEYÊ MEŞEK HAT LIDARXISTIN

Rêxistina HDP’ê ya Wanê ku li navçeyan buroyên hilbijartinê vekir, îro buroya hilbijartinê ya navendî li Beşyol a Wanê vekir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê, namzetên parlamenteriyê yên bajêr ên HDP’ê û bi sedan welatî bi erbaneyan heta Qada Beşyol meşiyan.

GIRSEYÊ BI GOVENDÊ VEKIRINA BUROYÊ PÎROZ KIR

Bi hezaran kesên beriya vekirina buroya hilbijartinê ya li rex Bazara Rûs a li terqarê ya Beşyolê kom bûn, li ber stranên di otobusa hilbijartinê de govend gerandin. Namzetên li vir bi çepik û tilîliyan hatin pêşwazîkirin paşê derbasî otobusa hilbijartinê bûn. Ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk hat. Namzetên HDP’ê li ser otobusê gel silavkirin.

‘EZ BANG LI TEVAYÎ GELAN DIKIM DA KU DI BIN BANÊ HDP’Ê DE BIBIN YEK’

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Bajêr Veysî Dîlekçî, diyar kir ku îro li vir deriyekî ku diçe demokrasî, aştî û azadiyê vedikin. Dîlekçî anî ziman ku ji bo aştî, xwişk û biratiyê bibin her beşa welêt derketine rê, bang li tevayî gelên Tirkiyeyê kir ku di nav refên HDP’ê de tevlî vî karwanî bibin.

Merasîma vekirina buroya hilbijartinê bi qutkiriNa kurdeleyê û gerandina govendê bi dawî bû.

...