Fermandarê MLKP'ê Can: Jiyana bi rêbaza gerîla pêşeroja me ye
MLKP'ê yekemcar hebûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkera kir. Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ferzad Can got, "Jiyana bi rêbaza gerîla ne paşeroja me ye, pêşeroja me ye."
ANF
BEHDÎNAN
duşem, 27 avrêlê 2015, 11:29
MLKP'ê yekemcar hebûna xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê aşkera kir. Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ferzad Can da xuyakirin ku Herêmên Parastinê yên Medyayê ji bo wan ne tenê ji bo mezinkirina hêza şer û amdekariya şerê şoreşgerî ye, di heman demê de ji bo parastin û herdemîkirina destketiyan ji bo wan gelekî girîng e. Can got ê ku dibêje, "Jiyana bi rêbaza gerîla ne paşeroja me ye, pêşeroja me ye" ji ANF'ê re hebûna hêza xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegot.
Fermandar Can diyar kir ku ew piştî bi salan hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê û ev yek tevî şoreşa Kudistanê ji bo şoreşa Tirkiyeyê jî windahiyek bû. Can got, "Eger em karîbûna zûtir bihata vê xaka bi xwîn û canê bi hezaran gerîlayan hat azadkirin, hem dîroka me, hem, dîroka şoreşgeriya Tirkiyeyê, hem jî dîroka şoreşa Kurdistanê dikarîbû cudatir bihatina nivîsandin."
Fermandar Ferzad Can anî ziman ku eger şoreşa Kurdistanê ya bi dehan salan rê li ber encamên mûezem ên şoreşgerî vekiriye li rojavayê welêt di asta tê xwestin de encam neafirandibe, berpirsyarê sereke yê vê kêmasiyê ew in û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî ku di belgeyên me yên kongreyê de, em xwedî têkiliyeke xurt bi şoreşa Kurdistanê re ne, mixabin me ev têkiliya xurt nekarîbû bi hêza pêşeng a vê şoreşê PKK'ê re deynin. Ev rewş, hem ji bo rêhevalên me yên PKK'yî hem jî ji bo me windahiyek bû. Piştî bi salan hatina me ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi biryara kongreya partiya me ya 4. a havîna 2009'an de pêk hat. Di kongreya me ya 3. de destnîşankirina perspektîfên şoreşa Rojhilata Navîn asoya me berfireh kir. Wekî din qada me ya polîtîk leşkerî xwe weke qadeke xweser birêxistin kir û ev yek jî bû sedem ku nêrîna me ya polîtîk leşkerî berfireh bibe. Di encama pêşketinên rêxistinî û siyasî de, pêwîstiya bi rêxistinbûyîneke nû derket holê. Êrîşên 8 û 21'ê Îlona 2006'an derfet nedan van. Bi derengî be jî bi kongreya 4. re me berê xwe dan vê yekê. Lewma bicihbûna li Herêmên Parastinê yên Medyayê di heman demê de îfadeya pêwîstiya rêxistinbûyîneke nû ya partiya me ye. Partiya me, Herêmên Parastinê yên Medyayê ne tenê ji bo mezinkirina hêza şer û amdekariya şerê şoreşgerî, di heman demê de ji bo parastin û herdemîkirina destketiyan gelekî girîng dît, girîng dibîne. Bi wesîleya vê hevpeyvînê, dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî pêşeng û fermandarên PKK, HPG û YJA Starê yên ev derfet dane bikim. Ji roja em hatine û vir ve derfetên xwe weke derfetên şoreşa Kurdistanê dîtine û ji bo mezinkrina têkoşînê pêşkêşî me kirine. Em vê gelekî bi qîmet dibînin. Herêmên Parastinê yên Medyayê, jiyana bi rêbaza gerîla ne paşeroje me ye, pêşeroja me ye. Jiyana gerîla ya li vê derê ji bo me rêbaza şer e. Tevkariyên xurt li me kir û dike. Ji xwe me encamên vê di şoerşa Rojava, berxwedanên Kobanê û Şengalê de dîtin. Rêhevalên me bi perwerdeyên ji vir wergirtî re bûn parçeyekî mezin ê vê berxwedanê. Rêhevalên me yên di vê berxwedanê de şehîd ketin, rêhevalên Serkan Tosûn, Sûphî Nejat Agirnasli, Erkan Altûn, Sîbel Bûlût, Ogûz Sarûhan, Emre Aslan, Ivana Hoffmann, Coşkûn Înce, Sînan Sagir û hemû rêhevalên çeperê şehîd ketin, bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînim. Hebûn û xebatên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê di bin sîwana Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû hatiye rûniştandin."
'ZÎHNIYETA KU PARTIYA ME BI ŞOREŞA YEKÎTIYÊ RE BI DEST XIST, EM BI RÊVE BIR'
Fermandar Ferzad Can, der barê çarçoveya hiqûqî ya hebûna wan a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de ev nirxandin kir:
"Em li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Çarçoveya li ser mijarên tevahiya qadê eleqedar dike û ji bo hêzên HPG/YJA Starê derbasdar e, ji bo me jî derbasdar e. Lê belê li nuqteya em lê ne, me sîstema xwe bi xwe ava kirine û perwerdeyên xwe hemû em bi xwe pêk tînin. Dema em hatin, dûrî ji kompleksan me li ser bingeha hînbûnê me têkilî danîn. Bi taybetî rêhevalên me yên PKK'yî yên di dewreyên destpêkê de fermandarî kirin, di pêşketina me de kedeke mezin dan. Em hevalên Elîşêr Koçgirî, Agir Tujo û Arîn Cizre yên di pêvajoya 2012'an de şehîd ketin, bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin. Ya ku em ji rêhevalên xwe yên PKK'yî hîn bûn, me bi ezmûn û nêrîna xwe re kir yek. Bi rêveberên PKK'ê û fermandarên HPG/YJA Starê re parvekirinên me yên mezin çêbûn. Hema hema ji her alî ve me rehevaltiyeke baş a têkoşînê wergirtin. Bi taybetî di şoreşa Rojava, berxwedanên Kobanê û Şengalê de li gel hev em sekinîn, me bi hev re berdêl dan û her tişt bi hev re parve kirin. Vê yekê rêhevaltiya me ya têkoşînê bêhtir watedar kir. Li ser bingeha rast a têkiliyan em hevdu baştir nas kirin û di afirandina rê û rêbazên têkoşîna yekbûyî de em hîn bêhtir hevpar bûn. Li dû bidawîbûna dewreyekê rêhevalên me dirûşma 'Bijî PKK, yaşasin MLKP' qîriyan. Dengvedana vê dirûşmên di demeke kurt de li welêt, watedar e. Her çend li Tirkiyeyê û bi taybetî jî li zîndana rêhevalên PKK'yî partiya me û kadroyên me nas dikirin jî, li qadên gerîla hem me rêhevalên xwe yên PKK'yî baştir nas kirin hem jî wan em baştir nas kirin. Bi naskirina me re dikarim bêjim ku di kesayetiya me de baweriya wan a bi tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê bêhtir xurt bû. Li aliyê din, em dizanin ku şoreşa Kurdistanê li qada herêmî û navneteweyî encamên mezin ên şoreşgerî bi xwe re aniye. Em dizanin ku di van destketiyan de PKK rola diyarker dilîze. Em dizanin û me dît ku xwedî ezmûn û tecrûbeyeke dewlemend a têkoşînê ne. Di têkilîdanînê de me zehmetî nekişand, têkiliyeke wekhev hat danîn. Ji xwe zîhniyeta ku partiya me bi şoreşa yekîtiyê re bi dest xist, rêbaz û feraseta rêbertiyê û têkoşîna polîtîk a partiya me, em li vir bi rêve bir."
Ji bo dema pêş, fermandarê MLKP'ê Ferzad Can pêşdîtinên xwe bi vî rengî anî ziman:
"Partiya me li Rojava, li Kobanê û Şengalê hêzeke şer derxist holê. Ji bo birêvebirina pêşketina xwe ev ji bo me gelekî girîng e. Partiya me wê di meşa ji niha û pê ve de, xeteke girîng be. Ev yek wê tevkariyeke girîng li xebatên polîtîk leşkerî yên têkoşîna me bike. Rêhevalên me li eniyan bûn xwedî tecrûbeyên şerkirin û fermandariyê. Bêguman dema em vê ji bo pêwîstiyên partiyê û tevahiya şoreşa yekbûyî bikar bînin, wê me bi pêş ve bibin. Tecrûbeyên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrûbeyên şerê nava bajêr ê li Rojava em hîn bûn, bê guman wê bandoreke girîng li rêbaza me ya şer bike. Bi hebûna xwe ya li Rojava re, em bûn xwedî nêrîneke ji hundir ve li tevahiya Kurdistanê binêrin. Ji xwe kongreya me ya 5. partiya me tevî partiya Tirkiyeyê weke partiyeke Kurdistanê îlan kir. Rêxistinbûyîna me ya li Bakurê Kurdistanê ku bi sînor bû, bi vî rengî wê bi ast û naverokeke berfireh li tevahiya Kurdistanê dewam bike. Bê guman wê bi perspektîfa me ya şoreşa herêmî re bimeşe."
CIWAN BERÊ XWE DIDIN PARTIYA ME
Der barê eleqeya ciwanan a ji têkoşîna wan de fermandar Ferzad Can got, "Heta pêvajoya berxwedana Kobanê û Şengalê kadroyên me bi giranî li akademiyê dihatin perwerdekirin. Ji xwe demeke dirêj me hebûna xwe ya li vir ranegihand. Di vî warî de bangeke me nebû. Bi banga me ya li tevlîbûna şoreşa Rojava û parastina Kobanê re tevlîbûna li nava refên tevgera me zêde bûn. Bi taybetî şoreşgerên ciwan herikîn nava refên me. Ev yek di heman demê de nîşan dide ku nifşekî ciwanan ê berê xwe dide şoreşê, mezin dibe. Girîng e ev pêvajo baş were birêvebirin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku ciwanên li Tirkiyeyê berê xwe didin partiya me. Akademiya me ji vî alî ve roleke girîng dilîze."
SIBE: JI FERMANDARÊN AKADEMIYA HUSEYÎN DEMÎRCÎOGLÛ FERZAD CAN, PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ Û HILBIJARTINAN DINIRXÎNE