Serdanên namzetên HDP'yî yên li Dêrsimê dewam dikin

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Dêrsimê Şahîn û Onlu, li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Dêrsimê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, serdanên xwe yên ji bo esnafan dewam dikin.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Dêrsimê Şahîn û Onlu, li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Dêrsimê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl, serdanên xwe yên ji bo esnafan dewam dikin.

Li Dêrsimê, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê de esnafan ziyaret dike. Namzet Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, bi nûnerên Federasyona Gelan a Demokratîk (DHF), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), EMEP û Partîzan, li Taxa Mogûltayê dikandar ziyaret kirin.

Şahîn ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê tê payîn bibe yekemîn parlamentera jin a bajêr, li eleqeyeke mezin a esfanê jin rast hat.