Gerîlaya YJA Starê Korkmaz û şervanê YPG'ê Bûlût hatin bîranîn

Gerîlaya YJA Starê Kader Korkmaz (Vînar Semsûr) a li Şengalê jiyana xwe ji dest da li bajarê Fransa Lorîentê, şevanê YPG'ê Raşît Bûlût jî li bajarê Elmanya Wûppertalê hatin bîranîn.

Gerîlaya YJA Starê Kader Korkmaz (Vînar Semsûr) a li Şengalê jiyana xwe ji dest da li bajarê Fransa Lorîentê, şevanê YPG'ê Raşît Bûlût jî li bajarê Elmanya Wûppertalê hatin bîranîn.

LORÎENT

Gerîlaya YJA Starê Kader Korkmaz (Vînar Semsûr) a li Şengalê di 24'ê Sibatê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li bajarê Lorîent ê Fransayê hat bîranîn. Di merasîma bîranînê de parî (lokma) li beşdaran hat belavkirin.

Di merasîma bîranînê ya li salona Kervenec de Kurdistaniyên li bajarê Lorîentê dijîn û xizmên Vînar Semsûr amade bûn. Bîranînê saet di 14:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di axaftinên li bîranînê de hat ragihandin ku cangoriyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê Kurd û parastina mirovahiyê canê xwe danîne holê, lê belê ji vê bêhtir jî bi qasî di oxira wê de jiyana xwe ji dest bide, ji jiyanê hez dikin. Bang hat kirin ku dilsoziya Vînar Semsûr a li jiyan û têkoşînê, mîratya wê ji mirovahiyê re hiştiye hîn bêhtir were xurtkirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser provokasyona li Agirî hat kirin û hat destnîşan kirin ku ev provokasyonên ji bo astengkirina xurtbûna HDP'ê tên kirin, wê bi ser nekevin.

Ji xizmên Kader Korkmaz (Vînar Semsûr) Yûsûf Guler jî di axaftina xwe de diyar kir ku sîstemên heyî dixwaze cihêkariyê di nava gelê Kurd de bikin û anî ziman ku li hemberî vê yekê îro Elewî, Sûnî hemû li dijî zaliman bûne yek. Guler got, "Divê em dilsoziya xwe ya bi cangoriyên xwe re xurtir bikin."

Piştî axaftinan dua hatin xwendin û parî hatin belavkirin. Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

JI BO ŞERVANÊ YPG'Ê RAŞÛT BÛLÛT MEWLÛD HAT DAYÎN

Ji bo şervanê YPG'ê Raşît Bûlût (Alî Xinis) ê li kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê di şerê li hemberî çeteyan de jiyana xwe ji dest da, duh mewlûd hat dayîn.

Di mewlûdê de nûnerê KCD-E, Komîsyona Malbatên Şehîdan, apê Bûlût Takyeddîn Bûlût, xizmên wî, rêveberên Mizgefta Ehmedê Xanî, rêveberêna Navenda Civaka Kurd, rêveberên Meclîsa Jinê ya Viyan û gelek Kurdistanê amade bûn.

Li dû xwendina mewlûda bi Kurdî ji aliyê rêveberên Mizgefta Ehmedê Xanî, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê Fatma Ozer axaftineke kurt kir û beşdar silav kir. 

Di axaftinên li bîranînê de hat destnîşankirin ku cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, têkoşîneke bi rûmet meşandine.

Xizmên şervanê YPG'ê jî gotin, "Hevalê Raşît ji bo parastina destketiyên gelê Kurd şehîd ket. 10 sal bû li çiyayên Kurdistanê di nava têkoşîna azadiyê de bû. Herî dawî bi destpêkirina êrîşa çeteyan li hemberî Rojava re Raşît derbasî Rojava bû û bi Yekîneyên Parastina Gel re li dijî çeteyan li ber xwe da. Mîna Egîdên canê xwe ji bo xaka xwe ya pîroz feda kirine, Raşît jî di rêya serketina şoreşa Rojava de gihîşt şehadetê. Bila serê tevahiya gelê me sax be. Şehîd namirin."

Piştî axaftinan xwarina xêrê hat dayîn û li dû duayan mewlûd bi dawî bû.

...