Îranê Qendîl bombebaran kir
Artêşa Îranê xeta sînor a Qendîlê bi obus, hewan û çekên giran bombebaran kir.
Artêşa Îranê xeta sînor a Qendîlê bi obus, hewan û çekên giran bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Îranê herêma Qendîlê bombebaran kiriye.
HPG’ê ragihand ku di 25'ê Nîsanê saet di navbera 08.00-18.00’an de, ji qereqolên Îranê yên li ser sînor, qadên Dola Kokê, Girê Şehîd Dilbirîn û Girê Şehîd Ronahî yên Qendîlê bi obus, hewan û çekên giran hatine bombekirin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di 26’ê Nîsanê saet di navbera 20.30-21.30’an de pêgerên hewayî yên bê mirov, li ser herêmên Girê Şehîd Ronahî û Girê Casusan ên li herêma Dola Kokê keşif kirine.