Partî û saziyên Kurdan ji bo konferansa neteweyî civiyan

Partî û saziyên Kurdan, li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo mijarên ji nû ve avakirina Kobanê, konferansa neteweyî û avakirina dîplomasiya Kurd li qada navneteweyî binirxînin, civiyan.

Partî û saziyên Kurdan, li bajarê Hollanda Den Haagê, ji bo mijarên ji nû ve avakirina Kobanê, konferansa neteweyî û avakirina dîplomasiya Kurd li qada navneteweyî binirxînin, civiyan.

Li ser navê KNK'ê Tahir Kemalîzade û Adem Ûzûn, li ser navê KCK'ê Zubeyîr Aydar, li ser navê YNK'ê Mele Bextiyar û nûnerên partî û saziyên Kurdistanî GORAN, PYD, PJAK, PÇDK, Zehmetkêşan, Partiya Sosyalîst, PÎK, Federasyona Asûrî-Suryanî, Federasyona Êzidiyan, Partiya Komunîst, Yekgirtî Îslamî, Estîtuya Kurd li Brukselê, HDP-Ewropa, Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê, tevlî civînê bûn.

BEXTIYAR: YEKÎTIYA NETEWEYÎ EWLEHİYA HEMÛ GELAN E

Nûnerê YNK'ê Bextiryar da xuyakirin ku şert û mercên Rojhilata Navîn yekîtiyê li ser Kurdan ferz dikin û got, "Konferansa neteweyî ya Kurd mecbûriyet e. Divê em qîma xwe bi federasyona li Başûrê Kurdistanê nînin. Em neçar in alîkariyê bidin têkoşînên li çar parçeyên Kurdistanê. Çeteya jê re DAIŞ tê gotin, komeke terorê ye li hemberî hebûna Kurdan hatiye organîzekirin. Berxwedana li Kobanê sempatiyeke mezin li cîhanê çêkir. Ji ber vê yekê em neçar in yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Yekîtiya me ya neteweyî wê bibe ewlekariya hemû gelên li Rojhilata Navîn. Ji nû ve avakirina Kobanê pirsgirêka Kurdan û tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku lehengên YPG'ê yên li Kobanê şehîd ketin, ji bo tevahiya mirovahiyê şer kirin."

AYDAR: AKP DIXWAZE HUKMA XWE LI VÎNA AZAD A KURDAN BIKE

Nûnerê KCK'ê Aydar jî da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo rûmet û azadiya mirovahiyê şer dike û bal kişand ser hilbijartinên giştî yên di 7'ê Hezîranê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê werin lidarxistin. Aydar got, "Di 7'ê Hezîranê de Kurd di bin navê HDP'ê de weke partiya bindestan, yên tine hatin hesibandin û li derve hatin hiştin, tevlî hilbijartinan dibin. AKP bi bikaranîna ol re dixwaze hukma xwe li vîna azad a Kurdan bike. Rejîma cûnta ya 12'ê Îlonê, ji bo vîna Kurdan derbasî parlamentê nebe, benda ji sedî 10'an danî. Hikûmeta AKP'ê dixwaze bi vê yekê re avantajekê bi dest bixe. Mînak; pêkane ku Kurdên li Sêrtê çar parlamenteran derxîne. Eger em bendê derbas nekin, ev parlamenter hemû wê ji AKP'ê re biçin. Gelo ev e rastiya AKP'ê ku dibêje li Kurdistanê ew partiya yekemîn e."

'ARTÊŞA HEVPAR'

Aydar di dewama axaftina xwe de ragihand ku hemû hêzên li Rojhilata Navîn li dijî yekîtî û hevgirtina Kurdan têdikoş in û got, "Eger em Kurd bi nava yekîtiyê de bin û hev bigirin, ti hêz wê cesaret neke me tine bike. Rojhilata Navîn kirasê ji agir e. Ji bo li dijî çeteyên weke DAIŞ'ê şer were meşandin mecbûriyeteke ku artêşeke hevpar were avakirin."

Nûnerên partî û saziyên din jî li ser ji nû ve avakirina Kobanê, yekîtiya neteweyî, konferansa neteweyî nêrînên bi heman rengî anîn ziman.

Nûneran dan xuyakirin ku ji bo diyarkirina dema konferansa neteweyî, ew ê di rojên pêş de li hev bicivin.

PARTÎ Û SAZIYÊN TEVLÎ CIVÎNÊ BÛN

Komîsiyona karê derve ya KNK ê
YNK
PYD
GORAN
HSDK  (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
Partiya Îslamiya Kurdistan –PÎK
KCD-E (Kongra Civaka Demokratîk – Ewropa)
Hizbî Komunistî Kurdistan
Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
Komelî Îslamî Kurdistan
TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
Federasyona Êzidîyên Kurdistan
E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)
Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
PJAK
Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
Hizbî Ayindeyî Kurdistan
Nûnertiya HDP ya Ewropa
P.D.K.S (Partiya Demokrata Kurd li Sûriya)
P.Ç.D.K-S (Partiya Çepa Demokrata Kurd – Sûriya)
PÇK-S (Partiya Çepa Kurd – Sûriya)
Partîya Kaskên Kurdistanê - Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
Enstituya Kurdî ya Brukselê
Rêxirawî Demokratîkî Yarsan
PYNA – Rojava (Partîya Yekîtîya Niştimanî Azad – Rojava)
T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Suriye)
Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
Dîwexanî Kurdî li Ewropa