Koçer ê YPG'yî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxirkirin

Şervanê YPG'ê Tîmûçîn Goçer (Koçer Semsûr) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxikirin.

Şervanê YPG'ê Tîmûçîn Goçer (Koçer Semsûr) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya bê dawî ve hat oxikirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Tîmûçîn Goçer ê li gundê Girê Sor ê li rojhilatê Kobanê di pevçûna 24'ê Nîsanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, ber bi gundê xwe Qemerdîn ê Semsûrê hat birêkirin. Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş jî di nav de konvoy ji aliyê bi hezaran kesên ji navçeya Riha Heweng û ji Semsûrê hatin ve li Bendava Ataturkê hat pêşwazîkirin. Konvoya ji sedan wesayîtî ber bi gund ve ket ser rê û bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo", "Ey Şehîd xwîna te li erdê namîne" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" ji aliyê gundiyan ve hat pêşwazîkirin.

Darbesta cenazeyê Goçer, li ber mala xwe ji aliyê jinan ve bi tilîlî û dirûşman hat sekinandin. Girseya gel dûre darbesta cenaze hilgirt ser milan û berê xwe da goristana gund. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Goçer li ber qîrîna dirûşmeyan hat veşartin. Piştre bi gotina sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin. Serokê YAKAY-DER Şaxê Semsûrê Mahmût Elçî di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê û got, "Em ê her tim li ber xwe bidin û xaka xwe biparêzin."

Girseya gel piştre derbasî binê konê serxweşiyê bû û ji malbatê re sersaxî xwest.