Kuresunnî: AKP'ê Em tine hesiband

Berdevkê Platforma Fikir a Kuresunnî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Lêkolîna Çand û Dîrokê ya Kuresunniyan, Atacan diyar kir ku Kuresunnî êdî dixwazin bi nasnameya xwe din ava jiyana civakî de hebin.

Berdevkê Platfoma Fikir a Kuresunnî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Lêkolîna Çand û Dîrokê ya Kuresunniyan, Atacan diyar kir ku Kuresunnî êdî dixwazin bi nasnameya xwe di nava jiyana civakî de hebin. Atacan bi lêv kir ku beyannameya HDP’ê erênî dîtine û AKP’ê jî ew tine hesibandine.

Kuresunniyên ku ev 12 sal e piştgiriyê didin AKP’ê, diyar kirin namzetên ku wan piştgirî didayê, AKP’ê nekiriye lîsteyê û li ser vê bertek nîşan dan û daketin kolanan. Her çiqas bê gotin serîlhildana Kuresunniyan ji ber namzetane  jî, ev encama polîtîkaya ku bi salane wan cuda dibîne pêk tê. Kuresunniyên ku bi sedsalan e bi Kurdan re beyî pirsgirêk bi hev re dijîn, li dijî polîtîkaya tinekirinê ya li hemberî wan bi bertek in.

Berdevkê Platfoma Fikir a Kuresunnî û Sekreterê Giştî yê Komeleya Lêkolîna Çand û Dîrokê ya Kuresunniyan, rojnameger Ferhat Atacan têkildarî mijarê axivî.

Atacan got ku li Wanê ji 100 hezarî zêdetir Kuresunnî hene, ji ber girêdana partiya ku piştgiriyê didinê, di temsîliyetê de tine hatine hesibandin.

Atacan got: “Kuresunnî 100 sal berê ji herêma rojavayê Azerbaycan a Îranê û ji ber sunnî bûn rastî zextan hatine, neçar mane koçî Tirkiyeyê bikin. Em ji civaka Tirk a eniyê Oguzên Çepnî ne. Wateya Kuressunî tê wateya ‘Sunniyên cîhanê’. Me wê demê koç kiriye û hatine Wanê.

Kuresunnî ne eşîr, civak e. Ji ber baweriya xwe di mijara derketina nasnameya wan a plana pêş de, gelek hesas tevdigerin. Nîjadperestiyê qebûl nakin. Ji ber vê girîngiyê didin têkiliyê xizmbûnê û bi nasnameyên cuda re di nav têkiliyên baş de ne.”

EM DI NAVBERÊ DE MAN

Atacan got ku civaka Kuresunnî ev 30 sal e ji ber şerê ku berdewam dike di navberê de mane û di navbera Kurd û dewleta Tirk de mane. Atacan wiha berdewam kir: “Li xaka ku em dijîn, ji ber Tirkbûnê, li rojavayê welat jî ji ber Kurdbûnê em nayên qebûlkirin. Ne em ji birayên xwe yên Kurd ku em bi wan re bûne xizm û ne jî em ji xaka xwe ya ku nasname dane me bûne. Kuresunniyan bi Kurdan re têkiliyên baş danîne. Biratiyên mezin pêş xistine. Heta îro bê pirsgirêk hatine vê rojê. Mixabin ev şerê ku bi salane didome û bira bi birayan dide şkandin, koçberiya bi hezaran malbatî jî bi xwe re anî.”

AKP’Ê EM TINE HESIBANDIN

Atacan ê ji ber AKP’ê di lîsteya hilbijartinê de cih nedayê nerazîbûn nîşan da got, “Ji roja AKP hat damezirandin, me polîtîkayên wê pejirand… Lê di pêvajoya 13 salan a AKP’ê de pir mixabin em tine hatin hesibandin.

'BEYANNAMEYA HDP'Ê YA HILBIJARTINÊ ERÊNÎ YE'

Atacan, têkildarî helwesta xwe ya ji niha û pê ve jî wiha got: "Di pêvajoya ji niha û pê ve wek civak me biryar girt ku em neçin ser sindoqan. Em ê vê biryara xwe mutleq bînin cih... Em beyannameya  HDP’ê ya hilbijartinê erênî dinirxînin. Em dixwazin dirûşma, “Bijî biratiya gelan” a bi salane tê gotin derbasî jiyanê bibe.”