Dêrsimiyan xwestin Aysel Dogan û girtiyên nexweş azad bibin
Li Dêrsimê ji bo endama Koma Aştiyê ya di 1999’an de ji Ewropayê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û Seroka Akademiya Bawerî û Elewiyan a Dêrsimê Aysel Dogan û girtiyên nexweş, azadî hat xwestin.
ANF
DÊRSIM
duşem, 27 avrêlê 2015, 12:33
Li Dêrsimê ji bo endama Koma Aştiyê ya di 1999’an de ji Ewropayê li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat Tirkiyeyê û Seroka Akademiya Bawerî û Elewiyan a Dêrsimê Aysel Dogan û girtiyên nexweş, azadî hat xwestin.
Çalakî bi pêşengiya ÎHD’ê li Qada Azadiyê pêk hat û di çalakiyê de hat xwestin ku divê Aysel Dogan a rewşa tenduristiya wê giran e û hemû girtiyên nexweş bên tahliyekirin.
Namzetên HDP’ê yên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Alîcan Onlu, hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Alî Bul, rêxistinên saziyên civakî û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
Serokê ÎHD’a Dêrsimê Gurbuz Solmaz bal kişand ser rewşa Aysel Dogan û got: “Dogan 28’ê Îlona 2011’an ji aliyê Dadgeha Cezaya Giran a Taybet a Meletiyê ve hat girtin. 4 salan di girtîgeha Elbîstanê de girtî ma û piştre şandin girtîgeha Amedê. Bi nexweşiya kansêrê ket û li ser vê sewqî Enqereyê hat kirin û hat emeliyatkirin. Aysel Dogan a wek qasida Aştiyê hat Tirkiyeyê, hêjayî vê pêkanînê hat dîtin. Ger îro di nava helwestek samîmî de bin, îro roja destgirtina aştiyê ya Aysel Dogan e. Divê Aysel Dogan demildest bê tahliyekirin. Daxwaza me ev e ku Dogan demek kurt de bigihêje tenduristiya xwe. Em ji dil bawer in ku wê têkoşînê qezenç bike. Em dixwazin wê carek din ligel xwe bibînin.”