10 ciwan, li dijî provokasyona Tendurekê tevlî gerîla bûn BI DÎMEN
Li dijî provokasyona dewleta Tirk a li navçeya Giyadîn a Agirî, 10 xwendekarên li Zanîngeha Agirî dixwînin tevlî nav refên gerîla bûn.
Li dijî provokasyona dewleta Tirk a li navçeya Giyadîn a Agirî, 10 xwendekarên li Zanîngeha Agirî dixwînin tevlî nav refên gerîla bûn.
Li dijî provokasyona dewleta Tirk a li navçeya Giyadîn a Agirî, 10 xwendekarên li Zanîngeha Agirî dixwînin tevlî nav refên gerîla bûn. Ciwanên li Herêmên Parastinê yên Medya daxuyaniyeke çapemeniyê dan bang li tevayî gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd kirin ku di nav refên azadiyê de cihê xwe bigirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, ciwanan sedema tevlîbûna xwe ya nav refên gerîla ji ANF’ê re vegotin.
‘EM LI BENDA CIWANÊN AMED, MÛŞ, SERHED Û BOTANÊ NE’
Canfeda Ararat: Navê min Canfeda Ararat, em ji Zanîngeha Agirî tevlî bûn. Provokasyona Tendurekê di biryara min de bi bandor kir. Ev ji dewleta Tirk û serfermandariya giştî re bersiveke… Ez ji vir hevalên li Agirî, Wan, Amed, Mûş, Serhed û Botanê silav dikim. Em li benda wan e jî.”
‘PÊWÎST E GELÊ KURD LI ZIMAN Û ÇANDA XWE XWEDÎ DERKEVE’
Reşo Canfeda: Navê min Reşo Canfeda, ez ji Zanîngeha Agirî tevlî bûm. Li dijî polîtîkayên qirêj ên Komara Tirkiyeyê û Erdogan wek bertek ez beşdar bûm. Buyera tendurekê aşkera li holê ye. Ev komployeke li hember Rêbertî û gelê Kurd e. Bi valaderxistina vê komployê re ez dixwazim bang li tevayî gelê Kurd bikim. Li xwe, ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Em di nav refên gerîla de li benda we ne.
‘TEVLÎBÛNA ME BERSIVA JI DEWLETA TIRK RE YE ’
Ronya Canfeda: Ez Ronya Canfeda, ji Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agirî tevlî nav refên azadiyê bûm. Tevlîbûna me ji Tirkiye, Serfermandariya Giştî û artêşa Tirk re bersiveke baş bû.
‘PERGALA DIJMIN KETIYE REWŞEKE KU MIROV NIKARE JI NAV DERKEVE’
Piling Canfeda: Navê min Piling Canfeda, wek xwendekarekî Zanîngeha Îbrahîm Çeçen li çiyayên azad tevlî nav refên azadiyê bûm. Pergala dijmin amade kiriye ketiye rewşeke ku mirov nikare ji nav derkeve. Êdî wextê întîxara çînî hatibû û me ev di şopa Heval Canfeda de pêk anî.
‘EM DI NAV REFÊN AZADIYÊ DE CIHÊ XWE DIGIRIN’
Nûjiyan Canfeda: Navê min Nûjiyan Canfeda, ez ji Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agirî tevlî nav refan dibim. Em bi salane di nav têkoşînê de ne. Ev têkoşîn têkoşîna serhildana li hember koletiyê ye û têkoşîna azadî, aştî û berxwedanê ye… Ez di nav refên PKK’ê de me. Ez li cihê ku pêwîst e ez lê bim de cih digirim. Ez tenê li hember dijmin şer nakim, li hember pergalê, li hember jina hatiye kolekirin, li hember zîhniyeta nêrza şer dikim. Hûn jî werin di nav refên PKK’ê de cih bigirin. Banga min ji tevayî ciwan û jinên ciwan re ye. Cihê we refên PKK’ê ne.