Sedema lêpirsînê: Çêkirina nûçeyê ji bo TV'yeke nîne
Nûçegihanê me Hacî Guneş, ji ber nûçeyeke di sala 2007'an de li Îzmîrê çêkir, ket ber lêpirsîna Dozgeriya Kûlû ya Konyayê.
Nûçegihanê me Hacî Guneş, ji ber nûçeyeke di sala 2007'an de li Îzmîrê çêkir, ket ber lêpirsîna Dozgeriya Kûlû ya Konyayê.
Der heqê nûçegihanê me Hacî Guneş de, ji ber nûçeyeke di sala 2007'an de li Îzmîrê çêkir, Dozgeriya Kûlû ya Konyayê lêpirsîn lê vekir. Di lêpirsîna li Midûriyeta Emniyetê ya Kûlû de pirsên "We ji bo organa rêxistinê Roj TV, di nava salê de ji Herêma Anatoliya Navîn nûçe çêkirin? We agahî, dokumantasyon, belge şandin?" li Guneş hatin kirin û Guneş jî bi ken bersiva "ji televîzyoneke tineye re ez çawa dikarim nûçeyê çêbikim?" da.
Nûçegihanê me Hacî Guneş, ji ber nûçeyên beriya 8 salan di dema xebata xwe ya ji bo Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de çêkir, ku ji televîzyonên aboneyên ajansê re jî hatin servîskirin û ragihandina nûçeyan di weşana zindî de, ket ber lêpirsîna Dozgeriya Kûlû ya Konyayê. Der heqê nûçegihanê me Guneş de bi îdîaya "Ji organên weşanê yên rêxistina PKK/KCK'ê re nûçe çêkir, agahî-belge û dokumantasyon ragihand, propaganda rêxistinê kir" lêpirsîn hat vekirin. Guneş piştî ku di 23'ê Nîsana 2015'an de îfadeya wî li Midûriyeta Emniyetê ya Kûlû hat girtin, serbest hat berdan.
SÛCDARIYÊN TRAJÎKOMÎK LI NÛÇEGIHANÊ ME KIRIN
Pirsên li Midûriyeta Emniyetê li Guneş hatin kirin jî, ne kêmî sûcdariyên trajîkomîk ên beriya niha li dehan xebatkarên çapemeniyê hatibû kirin û bûbûn sedema girtina wan, bûn. Li Guneş pirsên komîk û pêkenok ên weke "Hûn tên sûcdarkirin ku di nava salê de ji herêma Konyayê ji Roj TV û organên weşanê yên rêxistinê yên weke wê nûçe çêkiriye, agahî-belge û dokumantasyon şandiye. Hûn van sûcdariyan qebûl dikin?" Guneş jî bi ken bersiva "Çawa çêdibe ku ji televîzyoneke tineye re nûçeyan çêbikim?" da û piştî wergirtina îfadeyê serbest hat berdan.
POLÎTÎKAYÊN JI BO ŞIKANDINÊ
Guneş lêpirsîna der heqê xwe de nirxand û anî ziman ku bi vekirina lêpirsînan, girtina binçavan û bi rêya girtinê hewl tê dayîn pêşî li çapemeniya azad were girtin û karê xebatkarên çapemeniya azad bê şikandin. Guneş destnîşan kir ku ev zext û polîtîkayên şikandinê wê ti carî wan ji xebatên wan venegerînin.
'TI HÊZ WÊ NIKARIBE ME JI LÊGERÎNA LI RASTIYÊ VEGERÎNE'
Guneş da zanîn ku polîtîkayên şikandin, sansur û zexta li ser çapemeniyê wê bi kêr neyên û got, "min di sala 2003'an de beşa rojnamevaniyê xwend û ji wê rojê heta niha, dema min a xwendekariyê jî di nav de, karê rojnamevaniyê dikim. Heta dawiyê li dû hemû nûçeyên xwe me, ku heta niha min ji bo ajans, televîzyon û rojnameyan çêkiriye. Tiştekî ku sûc be yan jî mirovan rûreş bike nîne. Min her tim hewl da bibim şopdarekî rastiyê û li derveyî medya alîgir, min çapemeniya azad tercîh kir. Ji niha û pê ve jî ne binçavkirin, ne lêpirsîn ne jî girtin wê nikaribin min ji lêgerîna min a li rastiyê vegerîne."