KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
‘Em te ji bîr nakin’
Li Amedê gelê Ermenî û dostên wan bi boneya salvegera 100. a Komkujiya li dijî Ermenî û Suryaniyan meşek lidar xistin. -
Ji 32 Rojavayiyên hatin binçavkirin agahî nîne
Leşkerên Tirk 32 kesên xwestin ji navçeya Şiyê ya Efrînê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, binçav kirin. Ti agahî ji 32 Efrîniyan nîne. -
Gerîlayên HPG’ê Dîneklî û Kîlîm hatin bîranîn
Gerîlayên HPG’ê Murat Dîneklî (Hogir) û Musa Kîlîm (Mazlum Goyi) li ser gorên xwe hatin bîranîn. -
'Wê ciwanên Kurd li her cihî xwe rêxistin bikin'
Ciwanên Kakaî, Êzidî û Sunnî yên tevlî Kongreya Ciwanên Welatparêz bûn peyama têkoşîna hevpar dan. -
Li Dîlok û Wanê qirkirin ht şermezarkirin
Bi wesîleya salvegera qirkirina li hember Ermenî û Suryaniyan bîranîn û çalakî didomin. -
‘Pêwîst e ciwan sekna exlaqî û polîtîk a têkoşîna bîrdozî pêk bînin'
KCK û Komalên Ciwan, peyam ji kongreya Tevgera Ciwanên Welatparêz a li Silêmaniyê tê lidarxistin re şand. -
Îran, li Rojhilatê Kurdistanê tîryakê teşwîq dike
Rejîma Îranê, li bajarê Salmas ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo bikaranîna tîryakê ciwanên Kurd teşwîq dike. Li Çayxane û qehwexaneyan çav li bikaranîna nargîle û tîryakê tê girtin. -
Gerîlayê li Tendurekê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Gerîlayê HPG'ê Delîl Dozvan (Yildirim Bat) ê di operasyona artêşa Tirk a 10'ê Nîsanê ya li bejahiya Çiyayê Tendurek ê navçeya Agirî Giyadînê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê û Cizîrê dewam dikin
Operasyon û çalakiyên hêzên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina Rojavayê Kurdistanê ji çeteyên dijminê mirovahiyê dewam dikin. Di pevçûnên duh ên li Kobanê û derdora Til Temirê de herî kêm 17 çete hatin kuştin. -
Hezar û 400 endamên parastina cewherî hatin perwerdekirin
Hezar û 400 endamên hêzên Parstina Cewherî yên bajarê Qamişlo dewreya xwe ya perwerdeyê bi dawî kirin. -
Li Şengalê li dijî çeteyan çalakî
Li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî pêk hat û du çete hatin kuştin. -
Tevgera leşkerî dewam dike
Bombebaran, veguhastina leşkerî û tevgera hewayî ya artêşa Tirk li hemberî qadên gerîla, roj bi roj zêde dibin. -
Operasyon û keşfên artêşa Îranê didomin
Keşf û operasyonên artêşa Îranê yên li hember herêmên gerîlayan didomin. -
Heyeta Kobanê li Parlamenta Awûstûyayê hevdîtin kir
Serokê Desteya Karên Derve Îdrîs Nassan û Serokê Desteya Karên Tenduristiyê yên Kobanê Nassan Ahmad, li Parlamenta Awûstûryayê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hevdîtin kirin. -
Tevgera Ciwanên Welatparêz yekemîn kongreya xwe lidar dixe
Tevgera Ciwanên Welatparêz, ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Silêmaniyeyê kongreya xwe ya yekemîn lidar dixe. Kongreyê danê sibehê saet di 10:00 de bi beşdariya ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê destpê kir. -
Operasyonên qirkirina siyasî hatin protestokirin
Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Kerboranê, operasyonên qirkirina siyasî protesto kirin. -
Li endama Koma Aştiyê Dogan teşhîsa kanserê hat kirin
Aysel Dogan a ku bi têkoşîna ji bo aştiyê dide tê nasîn dewlet ev 17 sal in bi israr wê di girtîgehê de dihêle. Hate hinbûn ku bi kanserê ketiye û nexweşiya wê di merheleya sêyemîn a ji 4 merheleyan e. -
AKP di îhaleya ji bo rakirina Heskîfê ji şûna xwe de israr dike
Hikûmeta AKP'ê ya di çêkirina Bendava Ilisû ku wê Heskîfa kevnare di binê avê de bihêle israr dike, ji bo rakirina Tirba Zeynel Beg ji şûna xwe, wê cara duyemîn îhaleyê bike. -
Li Kopê welatiyek hat girtin
Fatîh Tufencî yê li Kopê hat binçavkirin kirin, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' hat girtin. -
Li Kerboranê 10 kes hatin binçavkirin
Beriya hilbijartinên giştî operasyonên qirkirina siyasî yên li Kurdistanê zêde dibin. Li Kerboranê, di serdegirtina malan de 10 kes hatin binçavkirin. -
'Gazîtî tê wateya pêşengiya têkoşînê'
"Gazîtiya Kurdistanê, berevajî ya di nava sîstem û artêşên klasîk de nayê wateya bê bandorî û bêxêrûbêriyê. Tê wateya zêdebûna berpirsyariyê û pêşengtiya ji têkoşînê re." -
Li Êlihê 5 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Êlihê pêk hatin, ji kesên hatin binçavkirin, 5 kes hatin girtin. -
Komuna gundê Xaşûga yê Til Berakê hat avakirin
Li gundê Xaşûga yê Til Berak ê ser bi Kantona Cizîr, komuna gund hat avakirin. -
Şervanê YPG’ê Varli li Çinarê hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Ramazan Varli yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Çinarê hat defnkirin. -
Li Cizîrê zarokên di Cejna Zarokan de hatin qetilkirin bibîr hatin
Li Cizîrê bi pêşengiya Baroya Şirnexê bi munasebeta 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan ji bo balê bikşînin ser qetilkirina zarokan, li cihê ku zarok hatine qetilkirin çalakî li dar xistin.