Li Êlihê 5 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Êlihê pêk hatin, ji kesên hatin binçavkirin, 5 kes hatin girtin.
Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Êlihê pêk hatin, ji kesên hatin binçavkirin, 5 kes hatin girtin.
Li Êlihê 21’ê Nîsanê di serdegirtinên malan de bi îdîaya ku ‘endamên YDG-H’ ne 10 kes hatibûn binçavkirin û jê 5 kes hatin girtin.
Di serdegirtinên li taxên Selîm û Şafakê pêk hatin de 1 jê zarok 10 kes piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan, êvarê derxistin dozgeriyê.
Piştî îfadeya wan S.Ş yê 14 salî, Emrah Çelîk, Harun Efe, Mehmet Înce û Serdem Ozer hatin berdan û 5 kesên din sewqî edliyeyê kirin.
Medenî Ay, Mehmet Şîrîn Înce, Muhammed Burak Kaya, Necat Kurum û Yunus Tunçbîlek bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’ hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa M ya Êlihê.