Tevgera Ciwanên Welatparêz yekemîn kongreya xwe lidar dixe

Tevgera Ciwanên Welatparêz, ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Silêmaniyeyê kongreya xwe ya yekemîn lidar dixe. Kongreyê danê sibehê saet di 10:00 de bi beşdariya ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê destpê kir.

Tevgera Ciwanên Welatparêz, ku navenda wê li Başûrê Kurdistanê, îro li bajarê Silêmaniyeyê kongreya xwe ya yekemîn lidar dixe. Kongreyê danê sibehê saet di 10:00 de bi beşdariya ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê destpê kir.

Tevgera Ciwanên Welatparêz ku konferansa xwe ya destpêkê di sala 2007'an de pêk anî, yekemîn kongreya xwe îro li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyeyê pêk tîne. Di kongreya li Talar Hall de tê lidarxistin, tevî nûnerên rêxistinên ciwanan ên ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê, ciwanên Kurd ên Êzidî, Kakaî, ciwanên Ereb û Tirkmen jî lê amade ne.

Axaftina vekirinê ya kongreya ji 700 delegeyî ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir ve hat kirin. Şakir di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şer a Kurdistan tê de ye û rola dîrokî ya ciwanan a di têkoşînê de destnîşan kir.

Şakir anî ziman ku ciwanan li pêşiya ti êrîşê serî netewandine û got, "Ciwan pêşeroja vî welatî ava dikin. Zîhniyetên serdestan ên netewe dewletê û rêxistinên mîna DAIŞ'ê yên ji vî zîhniyetî çêbûne, li pêşberî berxwedana ciwanên Kurd îro negihaştine armancên xwe. Hûn ciwan, eger dixwazin vî mejiyê desthilatdarparêz û qirkirinê ji holê rakiin, divê hûn têkoşîna xwe mezintir bikin."

Kongreya Ciwanên Welatparêz ku Komalên Ciwan, rêxistina ciwanan a YNK'ê, ciwanên Şengalê, tevgerên ciwanan ên li Rojava û gelek tevgerên din peyamên pîrozkirinê şandin, hînê dewam dike.