Li Amedê gelê Ermenî û dostên wan bi boneya salvegera 100. a Komkujiya li dijî Ermenî û Suryaniyan meşek lidar xistin.
ANF
AMED
în, 24 avrêlê 2015, 17:44
Li Amedê gelê Ermenî û dostên wan bi tevlîbûna parlamenter, rayedarên BDP, HDP, Komeleya Mafê Mirovan, namzedên parlamenteriyê yên HDP’ê, şaredarên Amedê û sedan kes bi boneya salvegera 100. a Komkujiya li dijî Ermenî û Suryaniyan meşek lidar xistin.
Meşa bîranînê bi hilgirtina kulîlka Binefşê -ku tê wateya em te jibîr nakin- ji ber Deriyê Mêrdînê heta Dêra Surp Serkîs meşiyan.
Di merasîma bîranînê de Hevserokê Giştî yê HDP Selahattîn Demirtaş , Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn, Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD Racî Bîlîcî, Serokê Weqfa Zan Arês Aratyan axivîn.
Di axaftinan de komkujî hate şermezarkirin û daxwaza ku Tirkiyeyê bi rastiyên dîrokî re bi wêrekî rû bi rû were hate kirin.
Hemû kesên ku tevlî bîranînê bûn wêneyê kulîlka Binefşê hilgirtin da ku bêjin em ti caran ji bîr nakin.