KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ozz Nûjen: Divê Kurd û Elewî dengên xwe bidin HDP’ê
Yek ji komedyenê navdar ê Swêdê Ozz Nûjen da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Kurdistanê gelekî girîng e. -
Xemla Çiyê: Kefî
Kefî ji bo gerîlayan gelekî girîng e. Di şert û mercên gerîlatiyê de gerîla bê kefî nabe û kefî jî bê gerîla nabe. Kefî havînê ji germê diparêze, zivistanê jî ji sermayê. -
Li Sêrtê jinekê xwe kuşt
Hat diyarkirin ku li Sêrtê jinekê ji ber şîdeta hevserê xwe întixar kir. -
YPG’ê nasnameya 10 şervanên xwe aşkera kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG’ê nasnameya 10 şervanên ku di berxwedana rizgarkirina gundên Kobanê û Serêkaniyê dde jiyana xwe jidest dane bi 2 daxuaniyên cûda aşkere kirin. -
Suryaniyan ji bo naskirina Seyfo 1915 dest bi greva birçîbûnê kirin
Suryaniyên Turabdinê, ji bo naskirina qirkirina 1915 dest bi greva birçîbûnê kirin. Greva birçîbûnê li Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) saet di 11:00'an destpê kir û wê heta roja 24’ê Nîsanê berdewam bike. -
Failê teqîna Enkawa ya Hewlêr hat girtin
Asayîşa Başûrê Kurdistanê diyar kir ku failê teqîna li Taxa Enkawa ya Hewlêr duh bi şev hat girtin. -
Li Amedê pêşangeha 'Rengên di Hundirê me de'
Hunermend Abdurrahman Akçakaya pêşengeha Rengên di Hundirê me de (Ma û Rengêy Xo) li Salona Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê vekir. -
HDP'ê li Bêgir û Ebexê buroyên hilbijartinê vekir
Buroyên hilbijartinê yên HDP'ê yên Bêgir û Ebexê bi merasîmên girseyî hatin vekirin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşan kir ku ji ber HDP benda hilbijartinê derbas dike, AKP ketiye nava panîkê. -
Şervanê YPG'ê Dogan, Dûman û Salcan bi girseyî hatin oxirkirin
Şervanên YPG'ê yên li Kobanê di berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan Nazmî Şafak Dogan li Kanîreşê, Cîhan Dûman li Xinisê û Fûrkan Salcan jî li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxikirin. -
PGDM: Têkoşîna PKK'ê pêşî li qirkirinên nû girt
PGDM di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta salvegera Qirkirina Seyfo de zîhniyetê qirkirinê lanet kir û ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû bal kişand ser rola PKK'ê. -
KCK: Bi nêzîkbûna hilbijartinê re provokasyonên AKP'ê zêde dibin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Li Colemêrgê, derxistina pevçûnê di navbera ciwanên eşîran de, provokasyonek li hemberî azadî û yekîtiya gelê Kurd e." -
PKK'ê 'Şehîdên meha Nîsanê' bibîr anî
Komîteya Rêveber a PKK'ê, di şexsê Mehmet Guler (Sînan), Huseyîn Bîlgîn (Suleyman) û Ramazan Bayrak (Ekrem) de 'Şehîdên meha Nîsanê' bibîr anî. -
Artêşa Tirk hewl dide bikeve herêmên gerîlayan
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk, hewl dide bikeve herêmên gerîlayan. -
Qirkirina Ermeniyan di sala 100. de li Amedê tê bibîranîn
Bi munasebata 100. salvegera Qirkirina Ermeniyan, li Amedê wê bernameyên cur bi cur pêk bên. -
YPG: 3 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
Li başûrê Kobanê di çarçoveya operasyonên paqijkirina derdorê ji çeteyên DAIŞ'ê de, YPG/YPJ'ê 3 gundên din azad kirin. Di pevçûnên li vir de herî kêm 8 çete hatin kuştin. Li derdora Til Temirê jî 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Li Sêrtê Parka Mehmet Sîncar hat vekirin
Park û Mala Gel ên bi navê parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hatin çêkirin, bi merasîmekê hatin vekirin. -
Nasnameya gerîlayekî di 1996'an de jiyana xwe ji dest da hat aşkerakirin
Komîteya Rêveber a PKK'ê û Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê da xuyakirin ku Haci Eroglû bi nasnav Şîrîn ê ji Çinarê tevlî refên têkoşîna azadiyê bû, di 10'ê Nîsana 1996'an de li navçeya Dara Hênê jiyana xwe ji dest daye. -
Ji bo namzetên Sêrtê yên HDP'yî xwarina danasîn û piştevaniyê
Ji bo namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê, xwarina danasîn û piştevaniyê hat dayîn. Namzetan di axaftina li vir de bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û destnîşan kirin ku hilbijartin wê di navbera AKP û HDP'ê de derbas bibe. -
Li Rojava 3 gund hatin azadkirin, 21 çete hatin kuştin
Operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dikin. -
Li 4 navendan kongreyên NCDK hatin lidarxistin
Li bajarên Elmanya Dûîsbûrg, Bergîsch Gladbach, Essen û Hambûrgê, kongreyên Navendên Civaka Demokratîk (NCDK) hatin lidarxistin û xebatên dema nû hatin plankirin. -
KCK: Li dijî êrîşan em têkoşîna demokrasî û azadiyê xurt bikin
KCK'ê diyar kir ku AKP'ê der barê pêvajoya çareseriyê û hilbijartinê de konsepteke nû û polîtîkayeke nû daniye pêşiya xwe û destnîşan kir ku ev polîtîka jî meşandina operasyon û provokasyon bi rêya rageşî û pevçûnan e. -
Bozlak li Hollandayê hat bîranîn
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Mûrat Bozlak ku di 4'ê Çileya 2015'an de dema tedawiya kansera prostat didît jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hollanda Den Haagê bi merasîmekê hat bîranîn. -
Cenazeyên şervanê YPG’ê anîn Riha
Cenazeyên 3'ê şervanên YPG'ê Furkan Salcan (Dilgêş Amed) , Nazmî Şafak Dogan (Alîşêr Mordem) û Cîhan Dûman (Heqî Şadî) ên ku di operasyonên YPG'ê yên li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan anîn Rihayê. -
Ji bo 4 gerîlayên 1996’an jiyana xwe ji dest dan merasîm
Cenazeyên gerîlayê ARGK’ê Mehmet Ogurlu (Dilovan) û sê gerîlayên nasnameya wan nehat diyarkirin ên li bejahiya Farqînê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Şehîd Ahmet û Şehîd Hêvîdar hatin defnkirin. -
Buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi merasîmeke girseyî hat vekirin
Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Erdîşê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û namzetên HDP’ê yên Wanê bi girseyê hat vekirin.