Ozz Nûjen: Divê Kurd û Elewî dengên xwe bidin HDP’ê

Yek ji komedyenê navdar ê Swêdê Ozz Nûjen da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Kurdistanê gelekî girîng e.

Yek ji komedyenê navdar ê Swêdê Ozz Nûjen da zanîn ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê  ji bo pêşeroja gelên Tirkiye û Kurdistanê gelekî girîng e. Nûjen bang li Kurd, Elewî û kêmarên din kir ku dengên xwe bidin HDP’ê.

Ozz Nûjen diyar kir ku AKP ya di bin serokatiya Erdogan de de rayeyên artêşê kêm kirine û piştî di nava dewletê de serdestî girtiye dest, berê xwe daye polîtîkaya senteza Tirk-Îslamê û ev polîtîka ji pêşketina Tirkiyeyê re xizmetê nake.
Ozz Nûjen pirsên me yên têkildarî hilbijartin û qirkirinê de bersivand û got: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê guherînên mezin tên jiyîn. Sînorên sed sal berê hatine xêzkirin ji nû ve tên xêzkirin, di hawirek wisa de pêkanîna aştiya hundir a Tirkiyeyê, ewlehiya demokrasî û mafê mirovan ji bo pêşeroja Tirkiyeyê gelek girîng e.”

Ozz Nûjen got ku li şûna ku Erdogan vê bike, ji bo dîktaroriya xwe ava bike, hem ji bo Tirkiyeyê û hem ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê xetereyê ava dike û wiha berdewam kir: “Erdogan ji nû ve vegeriya polîtîkaya înkarê. Dibêje pirsgirêka Kurd tine. Bêguman derewan dike. Madem pirsgirêk tine, çima 20 mîlyon Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin. Kurdan xaka kesî dagir nekiriye. We xaka me dagir kir.  We zimanê me qedexe kir. Em niha mafên xwe yê hatiye xespkirin dixwazin. “

TIRKIYE POLÎTÎKAYA ÎNKARÊ DIDOMÎNE

Ozz Nûjen da xuyakirin ku Erdogan û hikûmeta AKP’ê hemû welat û her kesî wek dijmin dibîne û got: “Îsal 100. salvegera komkujiya Ermenî-Sûryanî û Êzidiyan e. Hema hema hemû cîhan qirkirinê qebûl dike. Pispor dibêjin 1915’an qirkirin e. Lê Tirkiye polîtîkaya înkarê didomîne. Tirkiye ji guherîn û demokratîkbûnê ditirse. AKP û Erdogan dixwaze welat demokratîk bibe.  Li cihê demokrasî hebe desthilatdarî nekare bê berdewamkirin. Dixwazin bibin bavê welat, welat bi rê ve bibin.  Erdogan dibe ku lîder be lê ne mirovekî xwedî kapasîteya ku welat bi rê ve bibe. Heta ku Erdogan vî welatî bi rê ve bibe, wê pêşeroja Tirkiyeyê tarî be.

Tirkiye li Rojhilata Navîn polîtîkaya mezhebî didomîne û bi Siûdî Erebîstanê re, dixwaze bandora Îranê sînor bike û li herêmê bibe hêza serdest. Herî zêde Elewî, Kurd û Şîî ji vê polîtîkayê zerarê dibînin. Li şûna ku bi gelên herêmê re bibe dost, ji bo bibe dijmin, çi ji destê wan tê dikin.”

DEMOGOJIYA AKP’Ê BI BERXWEDANA KOBANÊ RE SEROBINO BÛ

Ozz Nûjen bi lêv kir ku demagojiya biratiya Kurd û Tirkan a desthilatdariya AKP’ê bi berxwedana Kobanê re serobino bûye û wiha pê de çû: “Birayê wan tên kuştin, ew temaşe dikin, çeteyan perwerde dikin û ji sînor derbas dikin. Gelo ev biratiyek çawa ye? Berjwendiyên DAIŞ û Tirkiyeyê tên hember hev.  Iraq di pratîkê de li sê parçeyan veqetiyaye. Tirkiye di rastiyê de li dijî avabûna Başûrê Kurdistanê ye. Sûriye jî naxwaze Kurd herêma, xwe bi rê ve bibin û azad bibin. Ji statuya Kurdên Rojava ditirsin. Tirkiye naxwaze Kurdên Rojhilata Navîn mafên xwe bi dest bixe, li Tirkiyeyê jî mafên Kurdan red dikin. Li Swêda 9 mîlyonî 4 zimanên fermî hene. Li Tirkiyeya 75 mîlyonî tenê zimanê Tirkî fermî ye. Ev hovîtiyek çawa ye? AKP ev 10 sal e li ser navê Îslamê gelê Kurd mijul dike.”

HDP PARTIYA HEMÛ BINDESTDANE

Ozz Nûjen di dewama axaftina xwe de got ku HDP partiya hemû gelên bindest e û veguheriye partiya Tirkiyeyê û destnîşan kir ew wek kesekî li aliyê Kurdistana azad û serbixwe, kombûna Kurdan li dora partiyekê girîng dibîne û wiha axivî: “ HDP ne tenê Kurdan, hemû bindestan diparêze.  Ji bo cuntaya 12’ê Îlonê gelê Kurd li parlamentoyê temsîl neke divê benda ji sedî 10 bê hilweşandin.”

'JI ERMENÎ, SURYANÎ Û ÊZIDIYAN LÊBORÎNÊ DIXWAZIM'

Ozz Nûjen wiha pêde çû: “Erdogan Putîn e. Di navbera wan de ti cudahî tine. Heman tiştî dibêjin.  Zextan li gelên din dikin. Azadiya çapemeniyê qut dikin.  Min nedît ku yek Kurdî qirkirin înkar kiriye. Lîderên Kurd û partiyên Kurd qirkirina Ermenî, Sûryanî û Ezidiyan qebûl dikin. Hinek Kurd jî bi teşwîqa dewletê beşdarî qirkirinê bûn.  Ev di dîroka me de lekeyek reş e. Ji ber vê divê em lêborîna xwe bixwazin. Ez wek hunermendekê lêborîna xwe dixwazim. Ji bo birîn bên kewandin û lihevkirin pêk bê divê Tirk jî tiştên pêk hatin qebûl bikin û lêborîna xwe bixwazin.”

Ozz Nûjen di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê Kurd bi hestiyar tevbigerin û ji bo HDP bendê derbas bike û bikeve parlamentoyê xebatan bimeşînin û got: “Hilbijartinên 7’ê Hezîranê ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû gelan girîng e. Ez bang li hemû Kurd, Elewî, Asurî-Sûryanî û bindestan dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê.”

...