KCK: Bi nêzîkbûna hilbijartinê re provokasyonên AKP'ê zêde dibin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Li Colemêrgê, derxistina pevçûnê di navbera ciwanên eşîran de, provokasyonek li hemberî azadî û yekîtiya gelê Kurd e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re provokasyonên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûne û got, "Li Colemêrgê, derxistina pevçûnê di navbera ciwanên eşîran de, provokasyonek li hemberî azadî û yekîtiya gelê Kurd e. Eger em bersivê bidin pirsa 'kî vê yekê tev dide?' bidin, hingî wê rewş baştir were fêmkirin. Bê guman ev pevçûn bi kêrî dewletê û AKP'ê tên. Dewlet, ji ber ku naxwaze Kurd bi hêz be, her tim hewl daye pêşî li yekîtiyê bigire."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 7'ê Hezîranê re provokasyonên li Kurdistan û Tirkiyeyê zêde bûne. Hevserokatiyê diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle serî li her rê û rêbazê dide û ev xal destnîşan kir:

"Provokasyona li Agirî û li her devera Tirkiyeyê êrîşa li dijî buroyên HDP'ê nîşan didin, ku ev bûyer ji navendekê ve tê birêvebirin. Di demeke ku provokasyon û êrîş zêde bûne de, di nava eşîrên welatparêz ên li Colemêrgê de derxistina pevçûnê yan jî hewldana ji bo derxistina pevçûnê, nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê û hêzên di bin fermana wê de ne wê serî li her rê û rêbazên qirêj bidin.

Derxistina pevçûnê di navbera ciwanên eşîran ên li Colemêrgê de, tê wateya provokasyonek li hemberî azadî û yekîtiya gelê Kurd. Eger em bersivê bidin pirsa 'kî vê yekê tev dide?' bidin, hingî wê rewş baştir were fêmkirin. Ev bersiv jî bi tespîta 'ev pevçûn bi kêrî kê tê' dikare were dayîn. Bê guman ev pevçûn bi kêrî dewletê û AKP'ê tên. Dewlet, ji ber ku naxwaze Kurd bi hêz be, her tim hewl daye pêşî li yekîtiyê bigire. Lewma, xwestiye di nava Kurdan de bi taybetî jî di nava eşîran de pevçûn derkeve. Ji bo vê jî serî li her rê û rêbazê daye.

Colemêrg bajarê Kurdistanê yê ku Kurdayetî û welatparêzî lê herî zêde xurt e. D hilbijartinan de jî bi temamî dengê xwe dide partiyên welatparêz û demokratîk. Temamiya her sê parlamenterên dema bihurî ji BDP'ê hatin hilbijartin. Ev encam, yekîtiya Kurdan derxistiye holê. Dewlet ji vê aciz bûye, ji bo vê yekîtiyê xera bike hemû rê û rêbaz xistiye dewrê. Berî her tiştî jî hewl daye di navbera eşîran de pevçûnê derxîne. Pirsgirêkeke biçûk jî mezin kiriye û veguherandiye pevçûnê. Mîna îro di dema bihurî de jî li Colemêrgê di navbera ciwanên eşîran de pevçûn derketiye. Ev pevçûn ji aliyê rûspiyên malbatan û Kurdên welatparêz ve hatine sekinandin, bi vî rengî dilê dijminê Kurdan nehatiye xweşkirin.

Bê guman car carna wê di nava civakê de hin pirsgirêk der bibin. Di demên berê de ji ber tevdana dewletê ev pirsgirêk çareser nedibûn, vediguherîn dozên xwînî, eşîr ji hêzê dixistin û ev yek jî dibû sedem ku gelê Kurd qels bimîne. Di deh salên dawî de bi Têkoşîna Azadiyê û  bi pêşketina hişmendiya welatparêz û demokratîk re pirsgirêkên derdiketin holê bi nêzîkatiya hestyar a rûspiyên eşîran û hewldanên hêzên demokratîk û welatparêz re di demeke kurt de tê çareserkirin û pêşî li pevçûnên mezin hatin girtin. Ji xwe pevçûnên di navbera eşîran de û dozên xwînî di deh salên dawî de hema bêjin di asta tinebûnê de kêm bûne.

Di salên dawî de, mayîna gerîla li baregehên xwe û hebûna bêpevçûniyê weke firsend tê bikaranîn û hewl tê dayîn di nava Kurdan de pevçûn were derxistin. Hewl didin vê yekê jî li cihê welatparêzî lê herî zêde xurt e, bikin. Bê guman ji ber sekna bi berpirsyar a rûspiyên eşîran û endamên eşîran ên welatparêz, ev hewldan negihaştine armanca xwe. Lê belê weke mînaka li Colemêrgê kêm be jî rû didin. Girîng e der barê vê rewşê de hemû welatparêz û rûspiyên eşîran hestyar bin. Ji ber ku rageşî û pevçûnên bi vî rengî ji aliyê dijminên Kurdan ve tên derxistin. Lewma divê rûspiyên eşîran û Kurdên demokrat û welatparêz li hev bicivin û dawî li rageşiyên bi vî rengî bînin. Bendewariya tevahiya gelê Kurdistanê û tevgera me ev e. Rêber Apo jî timî bangên bi vî rengî dike û dixwaze dawî li rageşî û pevçûna di navbera Kurdan de were anîn. Rêber Apo di wê baweriyê de ye ku rûspiyên eşîran û kesayetên demokrat û welatparêz dikarin dawî li rewşên bi vî rengî bînin.

Weke rêveberiya KCK'ê em ji hemû endamên eşîrê yên di nava rageşiyê de ne dixwazin, ku hesasiyeta bêpevçûnî û pêvajoya hilbijartinê li ber çavan bigirin û tavilê dawî li vê rageşiyê bînin. Divê em pirsgirêkên xwe li gorî kevneşopiyên xwe û hişmendiya welatparêziyê çareser bikin. Pêwîste em nehêlin dijminên Kurdan kêfxweş bibin.

Hemû eşîrên Kurd li Kurdistanê dewlemendiya me ya neteweyî ne. Eşîr nasnameyên civakî ne ku bi hevkariya hev re nirxên Kurdayetiyê afirandine. Em firsendê nedin dijberên Kurdan ên dixwazin ev nirxên me encameke neyînî derxînin holê. Di xeta demokratîk û welatparêz de em xwe zane bikin û bi xurtkirinê re em hev du temam bikin."