KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
Li başûrê Kobanê li dijî çeteyan operasyoneke nû
Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li başûrê Kobanê operasyoneke nû dane destpêkirin, di şer û pevçûnên şevê din de 13 çete hatin kuştin, gundên Qirat, Qirata Kurda û Resûleyn ji çeteyan hatine paqijkirin.
-
Cenazeyên Onen û Şan hatin definkirin
Cenazeyên Bulent Onen û Sadettîn Şan ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kirin de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Dêrikê ya Mêrdîn bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan hatin definkirin.
-
-
-
-
-
Ji YPG YPJ û Burkan El-Firat daxuyaniya hevpar
Şervanên YPG/YPJ’ê û Burkah El-Firat ku li eniya başûr li dijî çeteyan operasyonên hevpar lidar dixin, bi daxuyaniyek hevpar gotin ku operasyonên wan heta herêm bi temamî ji çeteyan tê paqijkirin wê bidomin.
-
-
-
-
Gora Kalsen hat ziyaretkirin
Namzeta Parlamenteriyê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, li devera Tûrûşmek a Dêrsimê gora Elîf Sultan Kalsen a DHKC'yî ziyaret kir.
-
-
NCDK a Orebro kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn duh li hev kom bûn û kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Orebro lidar xist. Kurdistaniyan rêveberên xwe yên nû hilbijartin.
-
Li Hambûrgê ji bo malbata Rojavayî kampanya
Mohamad ê Efrînî û malbata wî, ku bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd tên naskirin û niha li Hambûrgê di nava xebatên PYD'ê de cih digirin, xeteriya dersînorkirinê re rû bi rû ne. Li Hamûrgê ji bo malbatê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.
-
Gerîlayên ARGK û YPG'ê hatin bîranîn
Gerîlayên ARGK'ê Mûsa Kolanç (Dilxwaz), Abdûllah Yildiz (Şahîn Çiya), Bahattîn Yalçin (Xebat Sîlvan) ên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG'ê Mazlûm Yildirim (Koçer) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Essenê hatin bîranîn.
-
Lava: Divê ev hilbijartin rengê jinê nîşan bide
Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava, pêvajoya hilbijartinê ya li Bakurê Kurdistanê û tevlîbûna jinên Kurd nirxand. Lava diyar kir ku ji bo siyaseteke demokratîk a li Tirkiyeyê divê jin ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê re pêşengiyê bikin.
-
Cenazeyê Onen û Şan şandin Bakur
Cenazeyê Onen û Şan ê di teqîna ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Hewlêrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Dêrîka Çiyayê Mazî ve hatin oxirkirin.
-
-
Cenazeyên sê şervanan li Kobanê spartin axê
Cenazeyên şervanên YPG`ê û YPJ´ê Bêrîvan Hesen (Dicle Cûdî), Mazlûm Îsmaîl (Mazlûm Helinc) û Serhed Baz ên di meha nîsanê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane , bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
-
-
-
-