
Faîroûz Suleyman, hevserê wê Selahaddîn Mohamad û zarokên wan, yek ji bi hezaran malbatên ku ji ber zexta dewleta Sûriyeyê neçar maye Kurdistanê biterikîne. Selahaddîn Mohamad ku li welatê xwe mamoste bû, ji ber xebatên xwe yên siyasî gelek caran hat binçavkirin û sê salan li Helebê di girtîgehê de ma. Mohamad ê Efrînî û malbata wî, ku bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd tên naskirin û niha li Hambûrgê di nava xebatên PYD'ê de cih digirin, xeteriya dersînorkirinê re rû bi rû ne. Li Hamûrgê ji bo malbatê kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamenta Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku ew destekê dide kampanya ji bo malbata Rojavayî hatiye destpêkirin û banga tevlîbûna kampanyayê li her kesî kir.
Selahaddîn Mohamad diyar kir ku ji ber xeteriya dersînorkirinê psîkolojiya hevsera wî Faîroûz Sulyeman xera bûye û zarokên wan Amad û Zakiya bi tirsê diçin dibistanê. Mohamad got, "Ji ber nasnameya xwe ya welatparêziyê gelek caran hatin binçavkirin û sê salan di girtîgehê de hatim ragirtin. Piştî ku ji girtîgehê derketim hemû mafên min ên mamostetiyê ji destê min hatin girtin. Mala me timî di bin çavdêriya polîsan de bû û mêvanên dihatin mala me jî dihatin lêpirsîn. Di encama van zextan de neçar mam welêt biterikîne. Bi rêyên qaçax derbasî Qibrisê bûm û min serlêdana penaberiyê kir. Bi rêya dostên Rûm piştre mala min hat cem min. Ji ber ku kar û barên penaberiyê çar salan dewam kir, malbata min neçar ma bi qaçaxî bijî. Li Qibrisê mafê penaberiyê bi qasî tineye, kêm e. Li wir penaber bi çarenûsa re rûbirû tên hiştin. Li gel van hemû neyîniyan krîza aboriyê jî derket holê û bi vî rengî em mûxtacî pariyek nan bûn. Li welatê xwe ez mamoste bûm, lê rewşa em ketinê xizanî û birçîbûn bû. Em neçar man bi malbata xwe re hat Elmanyayê. Dadgeha me ya li Elmanyayê di nava sê mehan de qediya û ji me hat xwestin ku em welêt biterikînin. Ev saleke li Hambûrgê zarokên me diçin dibistanê. Di sibeha 10'ê Sibatê de 20 polîsan avêtin ser mala me ya li kampê û em bi zorê birin balafirgehê û em li balafirê siwar kirin. Dema destên min kelepçekirî bû ez rabûm ser piyan û bi zimanê Îngilîzî min got ya ku li min û malbata min tê kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye û min got ku ez vê protesto dikim. Di nava vê tevlîheviyê de pîlot hat cem me û ji polîsan re got ku di vê rewşê de ew ê nikaribe balafirê rake. Piştî vê jî polîsan em ji balafirê peya kirin û em anîn kapmê. Di rê de polîsan gef û şantaj li me xwarin."
Dayik Faîroûz Suleyman jî got, "Kurê min Amad bi rêya telefonê mesaj ji hevalekî xwe yê futbolê re şand û jê re got, 'dibe ku em careke din hevdu nebînin.' Hevalê wî jî ket nava şoqê û rewş ji malbata xwe re vegot. Malbatê jî bi rêya înternetê kampanya da destpêkrin. Ev hemû rewşa neyînî psîkolojiya me ser û bin kiriye. Zarokên min ên di dibistanê de serketî ne, piştî serdegirtina polîsan nema dikarin razên û nikarin guhê xwe bidin dersê xwe."
Hevseroka Koma Partiya Çep a Parlamenta Hambûrgê Cansû Ozdemîr jî diyar kir ku ew destekê didin kampanyaya hatiye destpêkirin û divê malbat li Elmanyayê bimîne.
NAVNÎŞANA KAMPANYAYÊ
Kampanya ji bo malbata Faîroûz Suleyman û Selahaddîn Mohamed dikare di vê lînkê de were îmzekirin:
https://www.openpetition.de/petition/online/keine-abschiebung-der-familie-mohammad