Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku bersiva herî mezin a li provokasyonên ji bo şikandina hêza HDP'ê ji aliyê hin hêzan ve tên kirin, hîn bêhtir xwedîderketina li HDP'ê ye. Demîrtaş ji bo daxuyaniya Wezîrê berê yê Karê Hundir Efkan Ala ku digot, 'Hêvîdarim gel wê HDP'ê di binê bendê de bihêle' ev bersiv da: "7'ê Hezîranê nêz e, em ê bibînin ku ya ew hêvî dikin wê bicih were yan jî wê qîma xwe bi ya heyî bîne. Eger hinekî din jî sebir bikin, em ê nîşan bidin ku wê çi bê serê benda hilbijartin."
'HIKÛMET PARTIYA ME HEDEF NÎŞAN DIDE'
Demîrtaş anî ziman ku li dû bûyera provokasyonê ya li Agirî, rûdana êrîşa li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê j ber zimanê siyasetê yê AKP'ê ye û got, "Divê AKP tavilê dev ji zimanê xwe yê heqaret û nîşadana hedefê, berde." Demîrtaş diyar kir ku ji bo provokasyon bandorê li hilbijartinan neke weke partî ew zimanekî bi berpirsyarî bikar tînin û dixwazin di serî de hikûmet bala hemû partiyên siyasî bikişînin ser vê rewşê. Demîrtaş got, "Pêwîstî nîne ku ji ber provokasyonan em hilbijêran û gelê xwe bixin nava tirs û fikaran. Baldarî û tedbîr divê. Pêwîste bi gotina 'provokasyonên mezin bû, wê bibe' hilbijêr û gel nexin nava tirsê. Bila her kes bi coş û kêfxweşiyeke mezin li qada lê ye kampanya hilbijartinê bimeşîne. Li hemberî her tiştên biqewimin, em jî tedbîrên xwe digirim. Ji bo bûyerên bi vî rengî bandorê li me û hilbijêran neke, em hewl didin tansiyonê her tim kêm bikin. Hewldanên me ji bo vê ye. Bi ziman û ûslubê xwe re em hewl didin partiyên din bikişînin nava atmosfera xwe. Li hemberî vî zimanê me hikûmet bi taybetî zimanekî rê li ber rageşiyê veke, bikar tîne. Zimanê heqaretê bikar tîne, me hedef nîşan dide. Divê AKP tavilê dev ji vî zimanî berde."
'HINEKÎ DIN JÎ SEBIR BIKIN WÊ BIBÎN KU ÇI TÊ SERÊ BENDÊ'
Demîrtaş ji bo daxuyaniya Wezîrê berê yê Karê Hundir Efkan Ala ku digot, 'Hêvîdarim gel wê HDP'ê di binê bendê de bihêle' ev bersiv da: "7'ê Hezîranê nêz e, em ê bibînin ku ya ew hêvî dikin wê bicih were yan jî wê qîma xwe bi ya heyî bîne. Eger hinekî din jî sebir bikin, em ê nîşan bidin ku wê çi bê serê benda hilbijartin."
'HEDEF DIVÊ YÊN LI SER DESTHILATDARIYÊ BIN'
Demîtaş ji bo gotina Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû ya digot, 'Em naxwazin HDP ji qewetê bikeve, ji ber ku em dixwazin ew li parlamentê be' diyar kir ku ziman û gotinên divê werin bikaranîn bi vî rengî bin. Demîrtaş da xuyakirin ku ne rast e partiyeke mûxalefetê bi partiyeke din a mûxalefetê re mijûl bibe û got, "Ji xwe ne aliyek ne jî şaşitiyeke HDP'ê ya bê rexnekirin heye."
Demîrtaş got, "Bê guman em desthilatdariyê rexne dkin û dibêjin ku em alternatîfê desthilatdariyê ne. Ew jî vê dibêjin, rexnekirina desthilatdariyê kêrhatî ye. Em jî li hemberî hikûmetê kampanyayeke hilbijartinê dimeşînin, ne li hemberî CHP'ê. Bi kêrhatî ye ku CHP li hemberî me kampanyayeke hilbijartinê nemeşîne."
'EM Ê GELEK BIN, LÊ EM Ê DI NAVA YEKÎTIYÊ DE BIN'
Demîrtaş da zanîn ku bi nêzîkbûna hilbijartinê re bi HDP'ê re li welêt coşeke mezin derketiye holê û got, "Hinek radibin dibêjin yek milet, yek ziman û siyaseta yekparêziyê dimeşînin. Em dibêjin, em ê gelek bin, lê em ê di nava yekîtiyê de bin. Sedema kelecana li Tirkiyeyê ev e. Ji Derya Reş heta Egeyê, ji Trakyayê heta Derya Spî û li çar aliyên Kurdistanê, sedema kelecana derketiye holê ev hesta yekîtiyê ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku bi HDP'ê re bindest êdî serî radike û dibêje, 'Em hene, em amade ne welatê xwe birêve bibin' û got, "Li Tirkiyeyê hêzeke alîgirê kedkar, karkeran derdikeve holê. Hêzeke welê ye ku wê 100 salên pêşiya Tirkiyeyê diyar bike. Haya me jê heye ku divê em vê firsendê veguherînin firsendeke baş."
'DENGÊ JI EWROPAYÊ BIÇE WÊ ÇARENÛSA GELAN DIYAR BIKE'
Demîrtaş bal kişand ser girîngiya dengê ji aliyê hilbijêrên li Ewropayê ve were bikaranîn û bang li her kesî kir ku di navbera 8-31'ê Gulanê de divê her kes li konsolosiyên nêzî xwe biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin. Demîrtaş da xuyakirin ku eger bi rêya sindoqê wê ev sîstem were guhertin, wê demê divê her kes bi vê berpirsyariyê nêz bibe û destnîşan kir ku 400-500 hezar dengên ji Ewropayê ji bo HDP'ê werin bikaranîn wê bandorê li hilweşandina bendê bike. Demîrtaş xwest coşa li Ewropayê destpê kir, bandora xwe li sindoqan bike.