Yuksekdag: Dem hatiye barê AKP'ê ji ser piştê bê avêtin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksedag: AKP êdî li ser pişta civaka Tirkiyeyê bûye barekî giran. Dem hatiye ev bar ji ser piştê bê avêtin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksedag: AKP êdî li ser pişta civaka Tirkiyeyê bûye barekî giran. Dem hatiye ev bar ji ser piştê bê avêtin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag beşdarî 'Taştê ya Piştevanî û kombûna namzetên parlamenteriyê yên Wanê bi çapemeniyê re' bû. Yuksekdag di axaftina xwe ya li vir de got, "AKP êdî li ser pişta civaka Tirkiyeyê bûye barekî giran. Dem hatiye ev bar ji ser piştê bê avêtin."
Li Wanê di 'Taştê ya Piştevanî û kombûna namzetên parlamenteriyê yên Wanê bi çapemeniyê re' ya li oteyekê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Derya Hayva, M. Veysî Dîlekçî, Hevseroka DBP'ê ya Wanê Hamiyet Şahîn, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban, Bekîr Kaya, Hevşaredarên Navçeyan, Serokê Rêxistina EMEP'ê ya Wanê, Nûnerên Rêxistinên Civakî yên Sivîl û xebatkarên navgînên çapemeniyê yên neteweî û herêmî amade bûn. Hevseroka Giştî ya HDP'ê û namzeta parlamenteriyê ya Wanê Fîgen Yuksekdag beriya taştê axaftinek kir.
'EM BI ÊRÎŞ Û GEFEKE CIDÎ RE RÛ BI RÛ NE'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag da xuyakirin ku siyaseta Tirkiyeyê di asteke gelekî krîtîk re derbas dibe û anî ziman ku ji bo afirandina rewşeek azad û demokratîk a hilbijartinê weke HDP berpirsyariya xwe bicih anîne û bicih tînin. Yuksekdag da xuyakirin ku HDP di dema dawî de bi gef û êrîşeke cidî re rû bi rû ye û got, "Desthilatdariya siyasî bêberpirsyariyeke dîrokî nîşan dide. Di qonaxeke ewçend dîrokî de, civaka Tirkiyeyê ne neçar e ku xwe li gotinên bêberpirsyar ên AKP'ê û Erdogan, gotinên wan pevçûnê nîşan didin, rabigire. Civaka Tirkiyeyê giraniya pevçûn û siyaseta qirêj gelekî baş dizane. Tevahiya civaka Tirkiyeyê neçar nîne ku vê giraniyê rake."
'AKP ÊDÎ BAREKE LI PIŞTA TIRKIYEYÊ'
Hevseroka HDP'ê diyar kir ku deshilatdariya siyasî bi çaresernekirina pirsgirêka aştî û demokrasiyê re zextê li civakê dike û got, "Eger hûn bi berpirsyariya sivikkirina vî barî tevnagerin, li qisûrê nenihêrin gelê me dizane ku çawa vî barî ji ser pişta xwe biavêje. AKP êdî li ser pişta civaka Tirkiyeyê veguheriye giraniyekê. Dem hatiye ev bar ji ser piştê bê avêtin. Eger vî barî biavêjin wê biryardariya xwe ya ber bi pêşerojê ve nîşan bidin. Nikarin xwe li serketina partiya me rabigirin. Hezeyana xweranegirtinê heye. Dema mirov li van guhdarî dikin, dikevin nava şoê. Em bi lîderekî partiyeke siyasî û Serokkomarekî welê re rû bi rû ne ku ji bo pêşbirka peyvê zimanê aloziyê bi hêsanî bikar tînin. Ji Serokkomariyê wêdetir karakterekî siyasî yê serokatiya AKP'ê dimeşîne heye. Êdî em nikarin xwe li xerabûna karakterekî bi vî rengî ya di siyaseta Tirkiyeyê de rabigirin. Ev xerabûn bi xwe re zimanê şer tîne. Ev xweranegirtin xweranegirtina li serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 2015'an de ye."
'GELÊ GIYADÎNÊ DERSA MIROVAHIYÊ DA'
Yuksekdag bal kişand ser bûyera li Agirî û destnîşan kir ku provokasyona hat meşandin di destê hikûmetê de teqiya û tevahiya cîhanê dîtiye ku berpirsyarê vê jî desthilatdariya siyasî ye. Yuksekdag got, "Hemû qirêjî û zingara wan derket holê. Me li Agirî xwe nîşan da. Vî gelî ji we re got, em ê we hînî mirovahiyê bikin. Gelê Giyadînê ku ji bo rizgarkirina leşkerên birîndarxwe nîşan da, dersa mirovahiyê da. Hêvîdarim ku wê ji vê dersa mirovahiyê tiştekî fêm bikin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag bal kişand ser êrîş û xweranegirtinên li Agirî, Antalya û Enqereyê li hemberî partiya wan hatin kirin û destnîşan kir ku ew baş dizanin wê çawa vê yekê ji holê rakin. Yuksekdag ragihand ku ew ê meşa xwe ya di heman rê de dewam bikin û got, "Em ê li karê xwe, li rêya xwe binêrin."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag piştre ji bo beşdarî merasîma vekirina buroya hilbijartinê bibe derbasî Erdîşê bû.