Xizmên windahiyan ji dewletê hesap pirsîn

Di çalakiyên li Gever, Amed, Êlih û Şirnexê de malbatan çîrokên xizmên xwe vegotin û xwestin ku dewlet hesap bide û berpirsyar werin cezakirin.

Di çalakiyên li Gever, Amed, Êlih û Şirnexê yên xizmên windahiyan de malbatan çîrokên xizmên xwe vegotin û xwestin ku dewlet hesap bide û berpirsyar werin cezakirin.

COLEMÊRG 

Xizmên windayan û nûnertiya ÎHD'ê, di hefteya 55'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi boneya aqûbeta qurbanê "kiryar nediyar" bipirsin, li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di çalakiyê de endamên Meclisa Civaka Demokratîk a Geverê, hevşaredar, nûnerên HDP, DBP û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de wêneyên windayan rakirin. Çalakvanan di çalakiya vê hefteyê de kujerên Metin Kiratli yê 10 salî ku di sala 1992'an de li nêzî Tabûra Komando ya Geverê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin pirsîn. 

Birayê Kiratli Sedat Kiratlı, anî ziman ku dewletê kuştina zarokan kiriye wekî hevneşopiyê û got: "Metin bi roj ji nêzîk ve rastî êrîşê hat û hat kuştin. Hêj 10 salî bû bi guleya leşkeran hat kuştin. Kuştina zarokan li vî welatî bûye wekî edetek. Ew qas di ser re derbas bû lê hêj kujer nehatiye ronikirin. Li gel şahidê vê yekê hene jî rayedar naxwazin rastiyiyê ronî bikin." 

Kiratli da zanîn ku ji bo kujer bên darizandin û hesap ji wan bê pirsîn serî li hemû rêyan dan û wiha got: "Li şûna dewlet kujeran darizîne û ceza bike, gef li malbatan xwar û xwest ser bûyerê bigirin. Kiratli, bibîrxist ku heta kujerê birayê xwe û kujerên din ronî bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hat lidarxistin û kom belav bû. 

AMED 

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan a Amedê jî bi heman armancê di hefteya 323'an de li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu bi silogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darisandin" çalakiya xwe berdewam kir. Xizmên windayan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî dîsa wêneyên windayan rakirin û pankarta "Ew di şevek bêwext de ji malê hatin revandin û dîsa carek din venegeriyan" vekirin. Di çalakiyê re rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun, anî ziman ku li gel ew qas sal di ser kuştinan re derbas bû jî hêj kujer nehatine dîtin û darizandin. 

Zeytun, diyar kir ku di sala 1995'an de li navçeya Kîlîsa Dîlokê welatiyê bi navê Yavuz Kaynar dema li Tabûra 1. Hudut leşkerî dikir winda bû û êdî agahî jê nehat girtin. Zeytun, nameya birayê Yavuz Kaynar xwend û got: "Em ji Wanê ne. Dema ez diçûm ziyareta birayê xwe birayê min digot 'Fermandarê min nefretê ji min digire' Hêj 3 meh ji leşkeriya Yavuz Kaynar re mabû gotin ji leşkeriyê reviya ye. Êdî me carek din agahî jê negirt. Dema gotin Yavuz reviya ye ez binçav kirim. Wê demê cesedekî şewitî li nêzî qereqolê dîtin. Dema min xwest cenazeyê birayê xwe teşhis bikin leşkeran destûr nedan me. Ez bawer nakim ku birayê min ji leşkeriyê reviya ye. 16 salin ez agahiyê ji birayê xwe nagirim." 

Çalakvanan 10 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û belav bûn.

ÊLIH 

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê di hefteya 323'an de çalakiya xwe berdewam kirin. Çalakvan li Kolana Gulistanê kom bûn û wêneyên windayan bilind kirin. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Bagadir, destnîşan kir ku her hefte ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan pêk tînin, lê heta niha tu gavên erênî nehatiye avêtin. Bagadir, anî ziman ku dijberî vê yekê li Çiyayê Tendurekê hewldanên provokasyonê pêş dixin û helwesta rayedarên dewletê şermezar kir. Bagadir, êrîşa li dijî navenda HDP'ê û êrîşa zayendî ya li dijî 2 zarokan a li Sêrtê jî şermezar kir û xwest êdî bûyerên bi vî rengî berdewam nekin. 

Aktîvîstê mafên mirovan Devran Yildiz, jî anî ziman ku heta daxwazên wan bi encam bibin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Di çalakiyê de Mufida Agayan, ku kurê wê hatiye windakirin ji ser hişê xwe çû bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Çalakvanan jî li hemberî rayedarên dewletê nerazîbûnên xwe anîn ziman. 

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windayiya ji bo aqûbeta welatiyên ji hêla JÎTEM'ê ve hatine windakirin bipirsin di hefteya 330'emîn de li Kuçeya Hunerê hatin cem hev. Di çalakiyê de endamên rêxistinên HDP'ê û DBP'ê, nûnerên MEYA-DER, KURDÎ-DER, Komelya Alimên Botanê gelek welatî amade bûn. Dayikan wêneyên welatiyên ji hêla JİTEM'ê ve hatine windakirin û "Albûma Şehîdan" li qadê vekirin. Dayikan vê hefteyê çîroka windakirina Huseyin Teymurtaş ê di sala 1989'an de ji hêla leşkerên gundê Hêtmanê yê navçeya Basayê ya Şirnexê de hatiye binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin vegotin.

Hevjîna Teymurtaş Fatma Teymurtaş diyar kir ku hevjînê wê piştî hatiye binçavkirin wan ti agahî jê nestandiye. Teymurtaş destnîşan kir ku ev 26 sal in ew li pey hestiyê hevjînê xwe ye û wiha axivî: "Ji ber ku em kurd in dewletê ev tişt anîn serê me. Em naxwazin êdî rondikên çavan birijînin. Bila aştî çêbibe. Kesên hevjînê min kuşt bila werin darizandin û hestiyên me bidin me. Em dixwazin gora hevjînê min hebe." Teymurtaş da zanîn ku hevjînê wê ji hêla leşkeran ve hatiye binçavkirin û piştre tu agahî jê nestandine û wiha got: "Ez hestiyê hevjînê xwe dixwazim." 

Nûnerê ÎHD'ê ya Cizîrê Abdulkerîm Pusat jî bal kişand ser darizandina endamên JÎTEM'ê û ragihand ku endamên JÎTEM'ê yên di salên 1990'î de mirov dikuştin ji hêla dadgehan ve cidî nayên darizandin û ev kes di nava civakê de bê minet digerin. Pusat di axiftina xwe da nerazîbûn nîşanî bûyerên li çiyayê Tendurekê ji da û xwest ku hikûmeta AKP'ê kesên ev provakasyon kirine aşkera bike.

Piştî axaftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.