Gora Kalsen hat ziyaretkirin

Namzeta Parlamenteriyê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, li devera Tûrûşmek a Dêrsimê gora Elîf Sultan Kalsen a DHKC'yî ziyaret kir.

Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, li devera Tûrûşmek a Dêrsimê gora Elîf Sultan Kalsen a di çalakiya li hember Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de jiyana xwe ji dest da ziyaret kir. Di ziyaretê de ligel malbata Kalsen, Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr jî  amade bûn. Di dema ziyareta gorê de tevgera hewayî ya zêde bal kişand. Piştî rêzgirtinê dûa hatin xwendin û find hatin pêxistin.

...