DBP: Tê xwestin pêşî li siyaseta demokratîk were girtin

Hevserokên DBP'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî HDP'ê dan û diyar kir ku êrîşa hatiye kirin, li dijî hişmendiya jiyana azad a HDP'ê afirandiye, hatiye kirin.

Hevserokên DBP'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li hemberî HDP'ê dan û diyar kir ku êrîşa hatiye kirin, li dijî hişmendiya jiyana azad a HDP'ê afirandiye, hatiye kirin. Hevserokan gotin, "Li hemberî dijberên demokrasiyê em dibêjin ku em ê li kolanan bin, hêza xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin û bersivê bidin van êrîşan."

Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, der barê êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku HDP partiyeke ku ji gelek derdorên çep, demokrat û sosyalîst ên ji bo jiyaneke azad li hev kom bûne pêk tê hat gotin, "Li ber çavan e ku partiyeke dikare ji pêwîstiyên demokrasî û azadiyê yên gel re bibe bersiv, ji aliyê feraseta serdest ve nayê qebûlkirin. Dema em tê de derbas bûn bi gelek mînakê vê ve dagirtî ye. Kuştinên kiryar nediyar û êrîşên li hemberî partiyan ên bê hejmar ên di demên HEP, DEP, HADEP, DEHAP, DTP û DBP'ê de hatin kirin, nîşaneyên şênber ên vê rastiyê ne."

Hevserokên DBP'ê ragihandin ku HDP ji aliyê redkirina desthilatdarîparêz û dîktatoriya yek mirovî de, bûye hêviyeke mezin a gelan û coşeke mezin afirandiye û gotin, "Di rewşeke bi vî rengî de rastî êrîşa çekdarî hat. Armanca bingehîn, li şûna tinekirina fîzîkî, afirandina hişmendiyekê ye. Fîşekên hatine teqandin li hemberî hişmndiya jiyana azad a HDP'ê afirandiye hatiye teqandin. Hatiye xwestin ku peyama 'Eger hûn bendê derbas bikin û bikevin Meclîsê hûnê li komkujiyên fîzîkî rast bên' were dayîn."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di demeke nîqaş li ser bêçekbûyînê tê kirin de ji nû ve bikaranîna çekan manîdar e û hat gotin ku hewl tê dayîn pêşî li siyaseta demokratîk a HDP'ê were girtin.

Hevserokên DBP'ê êrîş bi tundî şermezar kirin û gotin, "Li hemberî dijberên demokrasiyê em dibêjin ku em ê li kolanan bin, hêza xwe ya rêxistinbûyî xurt bikin û bersivê bidin van êrîşan."