KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Demîrtaş: Her diçe rezîl dibin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş gotinên Serokkomar Erdogan ên "Ya hûn kî ne" nirxand û got: "Rewşa me ya em bên asta wan tine ye. Li welat bûn serokwezîr û serokkomar lê ji exlaq ti tişt negirtine." -
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ji bejahî û hewayî bi awayekî zêde didome. -
Meclîsa Şaredariya Wanê banga rûbirûbûnê li dewletê kir
Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Enfalê hatin şermezarkirin. Di axaftinên li civînê de bang li dewletê hat kirin ku dîroka xwe ya qetlîemkar bibîne. -
Oner a YPJ’î ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîtan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin. -
Şervanê YPG'ê Sîdar bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Şivan Sîdar (Dogan Cûdî) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin. -
Di nobeta edaletê ya Roboskî de li dij qetilkirina hêstiran nerazîbûn
Malbatên Roboskî nerazîbûn nîşanî qetilkirina hêstirên li herêmê dan û hat gotin ku zîhniyeta ku 34 sivîl qetil kirin îro êrîşî hêstirên wan dike. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kizilay bi merasîmekê hat radestkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna ji ber provokasyona li Tendurekê de jiyana xwe ji dest da, li nuqteya lê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hevalên wî ve bi merasîmeke leşkerî radestî malbatê hat kirin. -
Li Mûş û Amedê 5 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewletê li Mûş û Amedê 5 kes binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. -
Rûpoşa AKP’ê ket - Cemîl Bayik
"Erdogan ketiye nava panîkê. Lê wê HDP benda hilbijartinê derbas bike, ji bo demokatîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavên mezin biavêje." -
Li Saarlandê panela Kobanê
Li bajarê Merzîg ê eyaleta Saarland a Elmanyayê bi mijara "Ji bo Kobanê spasdarî û bila qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê were rakirin" panelek hat lidarxistin. -
Komîsyona hilbijartinê ya li Parîsê civiya
Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Parîsê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bê navber dewam dike. -
Li Kobanê êş û kêfxweşî bi hev re ne
Li Kobanê ku ji ber şerê giran veguherî bajarekî xirbe, jiyan roj bi roj zindî dibe. Detayên li nava bajêr, şîdeta şerê li bajê qewimiye, bi hêsanî radixe pêş çavan. -
Şehîdên Elbîstanî li ser gora xwe hatin bîranîn
Endam û rêveberên HDP’ê yên Rêxistina Elbîstanê şoreşgerên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan bibîr anîn. -
Cenazeyên şervanan ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin
Cenazeyên şervanên di berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ ‘ê jiyana xwe ji dest dan, Ekrem Bîlge (Diyar Bagok), Şivan Sîdar (Dogan Artêş) û Nergiz Oner (Zerîn Bêrîvan) ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin. -
Kolandina li Xozatê bi dawî bû
Kolandina li Xozatê ya têkildarî qetilkirina 24 kesên ji malbatên Canan û Baran ên di dema Komkujiya Dêrsimê de bi dawî bû. -
Kaya: Ji bo pêşketina bajarê me em amade berdêlan bidin
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya yê di axaftina vekirinê ya DATAF de axivî got, "Em ê hemû tevkariyê li çandinî û sewalvaniyê bikin, lê razameniya herî mezin divê aştî û demokrasî bê.” -
Namzetên HDP’ê Şaredariya Bajarê Mezin ziyaret kirin
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Omer Onen diyar kir ku ziyaretên saziyan dane destpêkirin û piştî wê dê bi gel re bên cem hev. -
Ji Dersimê alîkariyên ji bo Kobanê û Şengalê ketin rê
Şaredariya Dêrsimê ji bo alîkariya Şengal û Kobanê barê TIR'ekê ya ji bo Kobaniyan ber hev kiribûn şand Pirsûsê. -
Şervana YPJ Şahîn û şervanê YPG’ê Polat spartin axê
Cenazeyên Şervanê YPG'ê Onur Polat (Çekdar Batman) û Şervana YPJ'ê Nûran Şahîn (Delîla Amed) ên di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlih û Bismîlê ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin. -
Di kolandina Dêrsimê de du hestiyên tasa ser hatin dîtin
Di kolandina li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ya têkildarî kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin hat destpêkirin du hestiyên tasa serê mirovan hatin dîtin. -
Hevşaredarên Surê li Taxa Bexçecikê Çarşema Sor pîroz kirin
Hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn ji bo cejna serê Nîsanê ango cejna Çarşema Sor ku ji aliyê civaka me ya Êzidî ve tê pîrozkirin çûn serdana gundê Bexçecikê û li wir tevlî merasîmên pîrozkirina cejnê bûn. -
Li Kobanê operasyoneke nû: 5 gund hatin rizgarkirin
Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, li başûrrojhilatê Kobanê duh derketin operasyonê û di encamê de 5 gund azad kirin. Di pevçûnên duh bi şev de 15 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li Kantona Cizîrê de jî 22 çete hatin kuştin. -
Artêşa Tirk li Bazidê amadekariyên operasyoneke nû dike
Hat ragihandin ku artêşa Tirk li navçeya Bazid a Agirî, leşkeran kom dike û amadekariyen operasyoneke nû dike. -
'Roja dadgehê 7'ê Hezîranê ye'
Namzetên HDP'ê yên Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xelfetiyê li nava gel geriyan. -
Ji hêzên YBŞ û YPJ-Şengal çalakiya hevpar
Di çalakiya hevpar a ji aliyê hêzên YBŞ û YPJ-Şengal ve hat lidarxistin 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.