Cenazeyên Şervanê YPG'ê Onur Polat (Çekdar Batman) û Şervana YPJ'ê Nûran Şahîn (Delîla Amed) ên di pêngava rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest dan, li Êlih û Bismîlê ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Onur Polat (Çekdar Batman) ê ku di pêngavên rizgarkirina Şengalê de jiyana xwe ji dest da li goristana gundê Girbereşqê ya Êlihê ji aliyê hezar kesî ve hat definkirin. Cenazeyê Polat ku piştî karên fermî radestî malbatê kirin ji aliyê sedan kesî ve li tesîsa Bardakcilarê ya ketina bajêr ve hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Polat bi konvoyeke mezin heya Mîzgefta Selîmiyê ya Taxa Pazaryeriyê anîn. Cenazeyê Polat piştî wecîbeyên olî li ser milan bi rengê kesk, sor û zer xemilandin, heya goristana gundê Girbereşq ku 15 kilometre ji bajêr dûr e meşiyan. Nûner û rêveberên rêxistinên DBP, HDP, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Meclîsa Dayikên Aştiyê, KJA, namzetên HDP'ê ya Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz, hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulistan Akel, nûnerên Civaka Sivîl û bi hezaran kes tevlî meşa cenazeyê bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG/YPJ'ê û wêneyên Polat hatin hildan. Girseyê di meşê de bênavber dirûşmên, "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kirin. Welatiyên taxê jî ji bo konvoya cenazeyê Polat silav bikin daketin taxê û bi rengên kesk, sor û zer pêşwazî kirin. Piştî ku cenazeyê Polat ji aliyê girseyê ve hat definkirin ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di merasîma definkirina cenaze de demên hestyar hatin jiyîn.
Di merasîmê de Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar axivî û diyar kir ku bajarê Êlihê bûye warê "Şehîdan". Baytar da zanîn ku têkoşîna gelê Kurd 40 sal e bi berxwedaneke mezin tê meşandin. Niha jî gerîlayên azadiyê ji bo azadiyeke bêhempa li Kobanê û Şengalê canê xwe feda dikin.
Malbata şervanê YPG'ê Onur Polat jî di serî de bixêrhatina girseyê kir û da zanin ku kurê wan Onur ev 6 sal e ji bo azadiyê li ser çiyayan bi rêhevalên xwe têdikoşiya û niha jî ji bo azadiya Kurdistanê canê xwe da.
Piştî axaftinan girse bi çêpik û tilîliyan belav bûn. Serdanên sersaxiyê wê 3 rojan li mala şînê ya taxa Çayê werin qebûlkirin.
BÎSMÎL
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Nûran Şahîn (Delîla Amed) a ku li Şengalê di operasyonên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Bismîlê hate definkirin. Cenazeyê Şahîn duh ji Deriyê Sînor ê Şenyurtê hate wergirtin û ji bo karên otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî ya Amedê û piştî karên otopsiyê serê sibê anîn Bismilê. Cenazeyê Şahîn di ketina navçeyê de ji aliyê gel ve bi dirûşmên, "Bijî berxwedana Şengal'ê" û "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de ligel bi hezaran welatiyan rêveberên MEYA-DER'ê û gelek saziyan jî cih girt. Piştre cenaze hate wergirtin û ber bi Goristana Taxa Sanayî ve bi meşê bi rêxistin. Di meşê de dirûşmên, "Şehîd namirin", "Qatil DAIŞ hevkar AKP", "Bijî berxwedana YPG-YPJ" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Welatiyên derdorê û esnafan jî piştgirî dan meşê.
Piştî meşê cenazeyê Şahîn li goristanê bi dûayan hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnera MEYA-DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle axivî û wiha got: "Heval Delîla ji bo şerê qirêj ê ku li Kurdistanê tê meşandin bide rawestandin şehîd ket. Ew di rêya hevalên xwe de çû. Em jî soz didin wê em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî di rêya wan de bimeşîn."
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek jî diyar kir ku ciwan û jinên Kurd ji ber zilm qebûl nekirin li hemberî şer li ber xwe didin.
Bavê Şahîn Zekî Şahîn jî dema zaroka wan çû û nameya ji wan re hiştî xwend û got ku keça wî ji wan re got: "Min ev rê hilbijartin û ez ê ji bo gelê xwe şer bikim. Bila piştî min ti kes negirî."
Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya û tevlî mewlûda ji bo Şervanê YPG'ê Mehmet Ayan (Pîr Egîd) a li Taxa Şentepe bûn.