Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Kizilay bi merasîmekê hat radestkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna ji ber provokasyona li Tendurekê de jiyana xwe ji dest da, li nuqteya lê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hevalên wî ve bi merasîmeke leşkerî radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna ji ber provokasyona li Tendurekê de jiyana xwe ji dest da, li nuqteya lê jiyana xwe ji dest da ji aliyê hevalên wî ve bi merasîmeke leşkerî radestî malbatê hat kirin.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Serhat Kizilay (Canfeda Serhat) ê di pevçûna ji ber provokasyona li Tendurekê de jiyana xwe ji dest da, hevalên wî yên têkoşînê li nuqteya pevçûn lê qewimî merasîmeke leşkerî lidar xistin.

Di merasîmê de malbata Kizilay, bi sedan mirovên ji Agirî, Îdir û navçeyên derdorê hatî, rêveberên DBP û HDP'ê û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî amade bûn. Ji bo merasîmê dikandaran derabeyên dikanên xwe girtin û balkêş bû ku polîs û leşkeran li navçeyê tedbîrên tund girtin. Girseya gel bi wesayîtan çû heta gundê Kurtika û ji vir jî bi meşê xwe gihand nuqteya pevçûnê.

Li qada pevçûnên posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK û KCK'ê hatin daliqandin û cenazeyê Kizilay ji aliyê hevalên wî ve bi ser milan anîn qadê. Di merasîmê de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Qatîl Erdogan" hatin berzkirin û rêzgirtin pêk hat. 

Di merasîma cenaze de Fermandarê HPG'ê axivî û wiha got: Canfeda nirx û hevalên xwe parast û canê xwe feda kir. Em ê bîranîna wî di têkoşîna xwe de bidin jiyîn. Em ê weke şervanên layîkî Rêberê Apo bibin azadiyê garantî bikin. Em wê li Kurdistana azad weke fedaiyên Rêberê Apo heya dawî nirxên xwe biparêzin."

Bavê gerîlayê HPG'ê Kizilay Mehmet Rahîm Kizilay jî spasî li hemû kesên tevlî merasîmê bûn kir û got: "Ez bi kurê xwe serbilind im. Şehîdê hemû Kurdistanê ye."

Piştî merasîmê cenaze teslîmî malbatê hate kirin û cenaze li ser milan heya gundê Kurtika anîn û piştre li wesayîtê siwar kirin û ber bi Giyadînê ve derxistin rê.