
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya yê di Fûara Çandinî Sewalvanî û Xurekê ya Rojhilatê Anadolu (DATAF) de axaftina vekirinê kir got, "Em ê hemû tevkariyê li çandinî û sewalvaniyê bikin, lê razameniya herî mezin divê aştî û demokrasî bê. Eger em vê bi ser bixin, di bin banekî hevpar, di nav aştiyê de jiyana bi hizûr bi ser bixin, piştî wê dê bajarê me bigihêje cihekî hê xweştir.” Kaya diyar kir ku ji bo pêşketina bajêr eger berdêl pêwîst bin amade ne bidin.
5. Fûara Çandinî Sewalvanî û Xurekê ya Rojhilatê Anadolu (DATAF) a di navbera 15-18’ê Nîsanê de wê pêk bê, deriyên xwe ji serdanan re vekir. Di vekirina fûara ya li Navenda Kongre û Tûşba Fûar de ku wê ji bo pêşketin û mezinbûna bajêr tevkariyeke girîng bike, Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya, Serokê VAN-TSO Necdet Takva, gelek serok û nûnerên komele û Saziyên Civaka Sîvîl amade bûn. Serokê VAN-TSO Necdet Takva di axaftina vekirinê de her kesên tevkarî li fûara ji bo pêşketin û mezinbûna bajêr tê kirin spas kir.
KAYA: DIVÊ EM RAZAMENIYA HERÎ MEZIN LI AŞTIYÊ BIKIN
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekîr Kaya got ku Wan li gor asta Tirkiyeyê herî zêde xwedî çêrgehê ye û erdnîgariya bajêr ji bo çandinî û sewalvaniyê gelekî dest dide. Kaya wiha dewam kir: "Em ê hemû tevkariyê li çandinî û sewalvaniyê bikin, lê razameniya herî mezin divê aştî û demokrasî bê. Eger em vê bi ser bixin, di bin banekî hevpar, di nav aştiyê de jiyana bi hizûr bi ser bixin, piştî wê dê bajarê me bigihêje cihekî hê xweştir.”
KAYA: BILA GUMANA KESÊN BÊN RAZAMENIYÊ BIKIN TINEBE
Kaya anî ziman ku ji bo Wanê gelek tiştên spekulatîf hatin gotin û bi taybet gelek kesên xwestin di sektora înşaetan de bên razameniyê bikin di nav van spekulatîfan de man û wiha axivî: “Ez ji vir wek Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê vê sozê didim. Bila gumana ti kesên bên razameniyê bikin tinebe. Bi taybet kesên dixwazin di sektora înşaetê de razameniyê bikin bila ne di nav van gumanan de bin. Pêwîst e em van kêmasiyên xwe yên bingehîn derbas bikin. Em wek sazî ji bo pêşketina bajarê me çi ji destê me bê em ê bikin. Eger berdêl jî pêwîst bin em ê bidin.”
Piştî axaftina Kaya Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan jî axaftineke kurt kir. Li dû axaftinan, Kaya û Taşyapan sertîfîka dan cotkarên di pêşbirkê de bi ser ketibûn. Kurdeleya fûarê ji aliyê beşdaran ve hat qutkirin. Kaya û Taşyapan paşê li standên fîrmayên tevlî fûarê bûne geriyan.