Oner a YPJ’î ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîtan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîtan) a ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîtan) a 16'ê Çileyê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Oner ji aliyê malbatê ve ji Rihayê hate wergirtin û ber bi Hezexê ve anîn û li ser rêya Hezex û Midyadê ji aliyê Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, nûnerên saziyan û bi hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Oner hatin hilgirtin û dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin. Piştî pêşwazîkirinê cenazeyê Oner birin mala lê hate dinê.
Dayika Oner Kumrî Oner li malê axivî û wiha got: "Ez li vê malê keça xwe weke bûka Kurdistanê û şehîda Kurdistanê dişînim. Serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd sax be." Piştre cenazeyê Oner ji bo definkirinê ber bi Goristana Şêx Hesen a Hezexê ve birin.
Cenazeyê Oner ji aliyê jinan ve birin goristanê û di merasîmê de jinan lîlandin. Piştî nimêja cenaze ya li goristanê cenazeyê Oner bi dûayan hate definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtin pêk hat û sirûda "Ey Reqîp" hate xwendin. Piştre dayika Oner Kumrî Oner diyar kir ku ew bi keça xwe ya rêya hilbijartî serbilind e.
Namzeta HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk sersaxî li malbatê da û diyar kir ku êşa malbatê êşa hemû Kurdistanê ye û dê têkoşîna xwe bidomînin.
Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dirûşmên, "Şehîd namirin" û "Ey şehid xwîna te erdê namîne" bi dawî bû.