Li Mûş û Amedê 5 kes hatin binçavkirin
Hêzên dewletê li Mûş û Amedê 5 kes binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Hêzên dewletê li Mûş û Amedê 5 kes binçavkirin û sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
Li Mûşê xwendekarên zanîngehê Yakup Bîngol, Ahmet Apak, Mekî Agdal û zarokê bi navê E. yê paşnavê wî nehat zanîn ê 17 salî, di saetên êvarê de hatin binçavkirin. Ciwanên ku bi armanca gerê çibûn Pira Murat, ji aliyê polîsên ku kontrola rê dikirin hatin binçavkirin. Sê ciwanên ku birin Midûriyeta Polîsan a Mûşê, zarokê bi navê E. jî birin şaxa zarokan. Hinceta binçavirina wan nehat zanîn.
Welatiyê bi navê Cîhan Kok ê diçû Mersînê di derketina Amedê de li nuqteya lêgerînê ya li Qereqola Cendermeyan a Pîrîncîkê hat binçavkirin.