Li Kobanê ku ji ber şerê giran veguherî bajarekî xirbe, jiyan roj bi roj zindî dibe. Detayên li nava bajêr, şîdeta şerê li bajê qewimiye, bi hêsanî radixe pêş çavan.
Ferhat Arslan
Kobanê / ANF
pêncşem, 16 avrêlê 2015, 07:02
Li Kobanê ku ji ber şerê giran veguherî bajarekî xirbe, jiyan roj bi roj zindî dibe. Detayên li nava bajêr, şîdeta şerê li bajê qewimiye, bi hêsanî radixe pêş çavan.
Çeteyên DAIŞ'ê ku bi êrîşeke giran hewl dan Kobanê dagir bikin û di encama berxwedana mezin a YPG/YPJ'ê de derbe xwarin, di heman demê de tirsa xwe ya ku xistibû dilê gelên Rojhilata Navîn winda kirin. Sîstema ku çeteyên DAIŞ'ê xwestin hilweşîne, niha bala tevahiya cîhanê dikşîne ser xwe. Tê destnîşankirin, ku li Rojhilata Navîn a di nava kaosê de ye, sîstema ku welatên herêmê dikarin ji xwe re weke model bibînin, sîstema Rojava ye.
Ji aktorên sereke yên şer jinên Kurd, ji bo ji nû ve jîndarkirina sîstema demokratîk û avakirina bajêr, pêşengiyê dikin. Di vê çarçoveyê de, ji bo enqaza heyî bê rakirin û bersiv ji pêwîstiyên gel re were dayîn, giranî ji jinûve avakirina saziyên cemaweriyê, çareserkirina pirsgirêkên bicihbûn û xwarinê yên welatiyên li xaka xwe vegeriyane tê dayîn. Her wiha di xebatên tenduristî, perwerde û çandê de jî roj bi roj liv û tevger zêde dibin.
Li gel vî karê ji nû ve avakirinê yê li nava bajêr, li eniyên şer ên li derdora Kobanê jî bi şev û roj êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tên şikandin. Ji bo şervanên YPG/YPJ'ê yên di pevçûnên li van eniyan de jiyana xwe ji dest didin, merasîmên cenaze tên kirin. Li aliyê din, roja ku çeteyên DAIŞ'ê di pevçûnan de windahiyên giran didin, li dora agir govend tê gerandin.
Piştî derxistina rejîma Baas ji Rojava re, yên bi Kurdî neaxivin ji xwe şerm dikin. Li şûna muzîka Ereb û govenda Ereb a heta niha di şahî û dawetan de ji neçarî guhdarîkirin û lîstin, niha Payîzok û stranên folklorîk ên ji hezaran salan deng vedidin.
RENGÊ ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ LI KOBANÊ CIVIYAN
Ciwanên ji 4 parçeyên Kurdistanê yên di dema berxwedana Kobanê de li ser banga 'seferberiyê' ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cihê xwe di nava refên YPG/YPJ'ê de girtin, çanda herêmên xwe li eniyên şer digihînin hev. Li Kobanê mirov dikarin şervanên YPG/YPJ'ê yên bi 4 zaravayên Kurdî diaxivin bibînin. Misilman, Êzidî, Elewî ji her baweriyê mirov mil bi mil şer dikin.
Di berxwedana Kobanê de ya ku cihê xwe di hiş û mejiyê civakê de bi xurtî girt, tilîliyên jinên YPJ'yî yên li eniya şer bûn... Ev tilîliyên jinan ên di kêliyên herî zehmet de jî ji şervanan re çavkaniya moralê bûn, li bajêr her tê bihîstin.
ÇEMÊ FIRATÊ PIŞTÎ BI SALAN YEKEMCAR KET BIN KONTROLA HÊZÊN KURD
Di berxwedana Kobanê de yek ji detayên herî girîng ê bala mirovan dikişîne Çemê Firatê ye. Bi kembera Ereb re Kurdên bi hezaran salan li qiraxa Çemê Firatê dijiyan hatin koçberkirin. Çemê Dîcleyê her çend car caran ket bin serdestiya Împaratoriyên Kurd jî, Çemê Firatê yekemcar piştî bi sedan salan bi berxwedana Kobanê re ket bin kontrola Kurdan. Ewlekariya qiraxa Çemê Firatê jî ji aliyê jinên Kurd ve tê kirin. Ji fermandarên eniya rojhilat Gulîstan Kobanê, paşeroja dîrokî ya Çemê Firatê tîne bîra me.
Ji objektîfa ANF'ê em jiyana rojane ya li bajarê Kobanê bi we re parve dikin.