Namzetên HDP’ê Şaredariya Bajarê Mezin ziyaret kirin
Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kirin. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Omer Onen diyar kir ku ziyaretên saziyan dane destpêkirin û piştî wê dê bi gel re bên cem hev.
ANF
AMED
çarşem, 15 avrêlê 2015, 18:15

Namzetên HDP’ê yên Amedê Nîmettullah Erdogmuş, Îmam Taşçier, Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp, Çaglar Demîrel, Nesrîn Hîlal Şanli, Edîp Berk, Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Amedê Omer Onen, Gulşen Ozer, Hevşaredarên Kayapinar Mehmet Alî Aydin, ji aliyê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ve bi gulan hatin pêşwazîkirin. Kişanak kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman.
Kişanak diyar kir ku çavên her kesî li ser namzetên HDP’ê ne û serketin ji namzetan re xwest.
‘EM Ê DEST BI ZIYARETÊN GEL BIKIN’
Hevserokê HDP’a Amedê Omer Onen, got ku di çarçoveya ziyaretên saziyan de îro KCD û Şaredariya Bajarê Mezin ziyaret kirine û wê ziyaretên wan bidomin. Onen anî ziman ku starta xebatên hilbijartinê dane û wiha axivî: “Piştî ziyaretên saziyan em ê bi gel re bên cem hev. Wê ziyaretên me pêk bên.”
Onen bûyerên li Agiriyê bibîr xist û got, “Em Provokasyonan ji nêz ve dişopînin. Em ê neyên provokasyonan. Ji niha û şûn ve em ê bi taybet provokasyonên tê xwestin li Kurdistanê pêk bên deşîfre bikin.”
Onen anîn ziman ku her kesên ji bo bernamzetiya HDP’ê serlêdan kirine spas kirine û wê xebatên wan ên bi hev re bidomin.