Şervanê YPG'ê Sîdar bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şivan Sîdar (Dogan Cûdî) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şivan Sîdar (Dogan Cûdî) yê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke bi beşdariya bi hezaran kesî hat oxirkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Şivan Sîdar (Dogan Cûdî) yê di 7'ê Mijdara 2014'an de li navenda bajarê Kobanê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Rihayê, danê êvarê ber bi navçeya Şirnex Silopiyê ve hat birêkirin.

Cenaze danê sibehê gihaşt navçeyê û parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û nûnerên gelek saziyan jî di nav de ji aliyê bi hezaran kesî ve hat pêşwazîkirin.

Piştî ku li vir wecîbeyên olî hatin pêkanîn, gel cenazeyê Sîdar hilda ser milê xwe û ber bi Goristana Şehîdan a li taxa Kobanê ve meşiyan. Di meşê de alên KCK'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Fermandarê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd), Şervanê YPG'ê Şivan Sîdar (Dogan Cûdî) û Şervanê YPG'ê Mehmet Şirin Ormanli (Welatê Zer) hatin hilgirtin. Her wiha di meşê de diruşmên, "Şehîd namirin" , "Bijî Serok Apo" û "Ey şehîd rêya te rêya me ye" hatin qîrîn.

Piştî ku girse gihîşt goristanê cenazeyê Sîdar hat definkirin û ji bo bîranîna cangoriyên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mele Qasim Yîgît ji malbata Sîdar û tevahiya gelê kurd re sersaxî xwest. Yîgît diyar kir ku heya dilopek xwîn di laşê wan de be ew ê li pey doza cangoriyan bimeşin.

Parlementerê HDP'ê yê Şirnex Faysal Sariyildiz jî sersaxî ji malbata Sîdar û hemû gelê Kurdistanê re xwest. Sariyildiz got ku ev bi sedan salan e li ser gelê Kurd jiyana mirî hatiye ferzkirin û axaftina xwe wiha dewam kir; "Hevalên me ji bo çi canê xwe feda kirin, divê em vê baş bizanin. Jiyan çi ye, divê em vê yekê baş bizanin. Mirov nirxên gelekî jê bistîne, jiyan mirî û bê wate dibe."

Sariyildiz destnîşan kir ku ciwanên Kurd bi canê xwe jiyana gelê kurd azad dikin û wiha pêde çû; "Bi saya têkoşîna ciwanên me, bi berdêlên ku ciwanên me dane, jiyan azad dibe, ev têkoşîn bi xwe re ji bo hemû gelê kurd û gelên rojhilata navîn jiyanek azad tîne."

Piştî axaftina Sariyildiz dayika Sîdar, Reqiye Sîdar ji got, "Kurê min ne tenê şehîdê malbata min, ew şehîdê hemû Kurdistanê ye."