KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
Hêviya Kurdên Şengalî jî HDP ye
Namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan, Becerîklî, Başaran û Yagiz, Êzidiyên li Wargeha Qorixê ya li navçeya Qubînê ziyaret kirin. Êzidiyan ji HDP'ê xwestin, ku trajediya gelê Şengalê bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin.
-
-
-
Atalay: Em li dora namzetên partiya xwe bicivin
Bernamzetê HDP'ê yê Êlihê Necdet Atalay ku weke namzet nehat nîşandan got, "Partiyê 4 rêhevalên min diyar kir. Di nava pêvajoya du meh û nîvan de heta ji min bê ez ê hewl bidim tevkariyê bikim."
-
Li nava refên gerîla atletek
Atlet Rojîn Zemyan a tevlî refên gerîla bû diyar kir ku li dijî zextên sîstem bi rêya sporê li ciwanan dike, ji bo maratona xwe ya nîvco maye dewam bike, tevlî refên gerîla bûye.
-
Fîlmê 'Pardon' li Wanê bû rastî
Rêveberê HDP'ê yê berê yê Wanê Hamdûllah Kûmlû, piştî ku ji heman dosyayê du caran ceza xwar, par ji nû ve hat girtin. Kûmlû di hefteya bihurî de bi gotina 'Biborîne, di hiqûqê de şaşitiyên bi vî rengî dibe' hat berdan.
-
YSK namzetê HDP’ê yê Wanê Îtah veto kir
YSK, namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê yê Wanê Musa Îtah, bi hinceta cezayekî ku berê lê hatibû birîn veto kir. Ji ber vetokirinê li şûna Îtah Selamî Ozyaşar di rêza 6. de bû namzet.
-
-
FMA li Dêrsimê civîna hilbijartinê pêk anî
Federasyona Mafan a Demokratîk (FMA) têkildarî tifaqa hilbijartinan li Salona Konferansê ya Şaredariya Dêrsimê der barê Hilbijartinên Giştî yên 2015’an de civînek li dar xist.
-
-
-
Minîfa Avî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin
Hêzên YPG´ê û YPJ´ê di operesyona şehîd Hogir û şehîdên Mendikê de ku duh dabûn destpêkirin gundê Minîfa Avî ji çeteyên DAIŞ´ê rizgar kirin. Di operasyona rizgarkirina gund de 11 çete hatin kuştin û wesayîteke wan hate rûxandin.
-
-
-
Heyeta Îmraliyê li Agiriyê ye
Heyeta Îmraliyê ji bo operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrekê pêk hat û di encama operasyonê de yek jê gerîlayekî HPG'ê du kesan jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike hat Agiriyê.
-
-
-
Artêşa Tirk bi operasyonan re hewl dide şer derxîne
NRÇ-HPG da xuyakirin, ku artêşa Tirk ji bo şer derxîne bi plan û zanebûn operasyonan zêde dike û destnîşan kir ku bi saya tedbîr û taktîkên bi dîsîplîn û di cih de ên hêzên gerîla, ev lîstik hatine pûçkirin.
-
Rojnamegera Hollandayî beraet kir
Têkildarî rojnamegera Hollandayî Frederîke Geerdîng ku bi îdîaya ‘propagandaya PKK’ê kiriye’ dihat darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
-
-
-
-
‘Lêgerîn mirov ber bi azadiyê ve dibe’
Di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jî pir lêgerînvanan berê xwe dan çiya û tevlî refên têkoşînê bûn. Yek ji wan lêgerînvanên Kurd jî Serhed Botan e. Serhed Botan bi lêgerîn û israra xwe di pêncî û du saliya xwe de tevlî Refên Azadiyê dibe.
-
-