Şervanê YPG’ê Şîrvan ji aliyê hezaran ve hate birêkirin
Şervanê YPG'ê Nurettîn Kilgi (Hesen Şîrvan) ê Kanûna 2014'an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê bi girseyî hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Nurettîn Kilgi (Hesen Şîrvan) ê Kanûna 2014'an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê bi girseyî hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Nurettîn Kilgi (Hesen Şîrvan) ê Kanûna 2014'an de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê bi girseyî hat definkirin.
Şervanê YPG'ê Nurettîn Kilgi (Hasan Şîrvan) ê Kanuna 2014'an li Kobanê di encama pevçûneke navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê ji aliyê bi hezaran hat oxirkirin. Cenazeyê Kilgi ji Kobanê anîn Rihayê, ji wir anîn Amedê û piştre jî anîn Sêrtê. Cenazeyê Kilgi li Tesîsên Bardakçilar bi dirûşmên; "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Kobanê" hat pêşwazîkirin. Piştre bi konvoyeke dehan wesayîtî ber bi Sêrtê rê ket. Li Sêrtê cenaze ji aliyê endamên MEYADER, namzedên HDP'ê yên Sêrtê, rêvebirên HDP û DBP'ê, hevşaredar û bi hezaran welatiyan hat pêşwazîkirin.
Cenaze bi karwanekî ji sedan wesayîtî anîn ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê û li wir jî bi meşê cenaze birin Goristana Zeviye. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Kilgi, alên KCK, PKK, YPG û YPJ'ê hatin vekirin û bênavber dirûşmên; "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin. Piştî ku cenaze spartin axê deqeyek rêz hat girtin.
Apê Yilgi Hecî Halît Kilgi da zanîn ku biraziyê wî ji bo yekîtiya gelên Kurdistanê şer kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Namzetê HDP'ê yê Sertê Prof. Dr. Kadrî Yildirim axaftinek kir û wiha got: "Ey şehîd, duh gelê Sêrtê parlamenter pêşwazî kir û îro jî em te pêşwazî dikin. Duh Kobanê em hembêz kir, îro jî em te hembêz dikin. Hûn her tim di nav me de ne û di dilê me de dijîn. Em ti caran dev ji têkoşîna ku we meşandiye bernadin." Yildirim bal kişand provokasyona li Agiriyê û anî ziman ku 15 leşker bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û gelên li wir dersa mirovahiyê dane hemû cîhan û Tirkiyeyê.
Her wiha wê sibê li ber avahiya DBP'ê ya Şîrvanê konê sersaxiyê bê vedan.